Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Salim Elmislit awayê Rêjîma Esed bi”kirêt û tirsonek” salix da.
Tolvedanê ji Şoreşgeran ji ber şikestinên xwe dike ,” çimkî bi êrîşên asmanî Sivîlan, Zarok û Jinan amanc dike”.
Bêtir got”dawîtirîn tawankariya Esed doh kuştareke mezin li Dergûş li Gundewarê Idlib kir, Mizgeftek bombebaran kir, di encamê de 20 Sivîl kuştin û bi dehan birîndar bûne” .
Elmislit doz li Civaka Navdewletî kir”ku dest ji siyaseta çavgirtinê ji tawankariyên Esedê har berdin, û tawankariyên wî bidine rawestandin bi qedexekirina asmanî da Zarok û Jin bêne parastin an jî qedexekirinê ji ser çekên dijberî Firokan rakin da Şoreşger bikaribin li himber Firokên wî xelkên xwe biparêzin”.
Jêder: Hevbendî