Cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Hîşam Merwa û Endamê Desteya Siyasî Fû’ad Elîko û endama Hevbendiyê Elya Mensûr hevdîtinek hevbeş pêk anîn ligel Leyla Zêroqî nûnera taybet ya Sikirtêrê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo karubarên zarokan û nakokiyên çekdar û ligel Fedil Ebudulxenî nûnerê Tora Sûrî ya mafên mirov, bo gengeşekirina hin mertirsiyên destnîşankirî li ser ewlehiya zarokan di Sûriya de, û têde bal hat kişandin bi piranî li ser pabendbûna Artêşa Azad bi qedexekirina leşkerkirina zarokên dibin jiyê 18 salan de, û pêwîstiya danûstandina cedî bi vî babetî re.
Merwa di hevdîtina hevbeş de tekez kir ku di sala 2014an de heryek ji Artêşa Azad û Hevbendiya Niştimanî rêkeftinek kirin li ser bidawîkirina leşkerkirina zarokan, û herdu pabend in bi cêbicêkirina pêgavên pêwîst bo danana karnameyekê ligel Netewên Yekgirtî bo cêbicêkirina vî babetî.
Herwiha şandeyên din cext li ser wê yekê kirin ku rawestandina bermîlên teqîner yên rêjîma Esed bikar tîne baştirîn rêye bo parastina zarokên Sûriyê, herwiha dîtin ku bikaranîna bermîlan hokarê serekî yê mirinê ye li Sûriya û serektirîn sedemê koçberî û tundrewiyê ye, herwiha hêvî xwestin ji Leyla Zêroqî bo piştgiriya hewlên daxwazkirina navçeyeke dijefirîn bo parastina zarokan û tevaya xelkê Sûriyê.
Li aliyek din heryek ji cêgirê Serokê Hevbendiyê Hîsam Merwa û endamê desteya Siyasî Fû’ad Elîko li çalakiyekê amade bûn li ser astê Wezîran li ser perawîzên kombûnên komeleya Giştî ya NY ku têde mijarên “Mafê Mirov, Ewlekarî, Aştî, û Rola Encûmena Ewlekaryê” hatin gengeşekirin, bi amadebûna Wezîrê derve yê Elmaniya Firank Falter Ştayînmayir û Wezîrê derve yê Ordin Nasir Cûda û cêgirê sikirtêrê giştî Con îlîson, ji aliyê xwe ve Merwa tekez kir ku Hevbendiya Nîştimanî doza raguhestina fayîlê Sûrî bo dadgeha tawananên navdewletî û dadgehkirina encamderên tawanên dijî xelkê Sûriyê dike û da zanîn ku ev armancek serekî ya Hevbendiyê û ji berpirsyaretiya Civaka Navdewletî û Encûmena Ewlekariyê ye.
Jêder:Hevbendî