Cêgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Nexem Xadirî di hevdîtina xwe de ligel qonsilê Afxanistanê li Tirkiyê daxwaza rawestandina leşkerkirina çeteyên Afxanê ji bal rêjîma Melayan li Tehranê kir; ew çeteyên şer li tenişt rêjîma Esed li dijî Şoreşa gelê Sûriyê dikin.
Xadirî ji qonsl re giringiya têgihiştin û pêzanîna gelê Afxanistanê bi rastiya şoreşa Sûrî tekez kir, ku ew ji aliyê miletekî li dijî rêjîmeke terorîst bo bidestxistina azadî û rûmeta xwe û xwe -rizgarkirina ji stema dîktatoriyê rabûye, berovajî wê boçûna rêjîma Melayên Îranê belav dike ku ew şoreşger êrîşan dibin ser Ziyaretgahên Pîroz ku ew gor li ser axa Şamê hene her ji mirina xudanê wan ve, û çi kesek bi xirabî nêzîkî wan nebûye.
Xadirî got: ku ew afxanî yên tên bo şerê Sûriyan li ser du beşan belav dibin, beşek ji wan girtiyê rêjîma Îranê ne yên bi sizayên dirêj hatine dadgehkirin, ku rêjîma Îranê bi kêmkirina sizayan li ser wan, wan neçarî şer dike li kêleka rêjîma Esed li dijî xelkê Sûriyê, û got: “beşekî mezin ji wan bi fitweyên tayifeperist û bi xapandin tên şer ku bi kînek tayifî mezin li hember Sûriyan tên dagirtin”.
Ji ber vê yekê cêgira serok daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ku bi dûvçûna karubarên penaber û girtiyên Afaxanî li Îranê rabe, ku Îran pêwîstiya wan bo azadiyê û niştecêbûn û diravan keys digire ji bo aramncên xwe, û wan dişîne şerê Sûriyê bo encamdana kuştin û tawankariyan.
Ji aliyê xwe ve qonsilê Afxanistanê Ebid Elmalik Elqureyşî got: ku miletê Afxanistanê miletek xweşmirov e û hezkerê Şam û xelkê wê ye, û li Şamê temaşe dike ku koka Îslama miyanrê ye û ew çavkaniya şaristaniyê ye. û got: Em hêviya azadî û tenahî û aştiyê ji miletê Sûriyê re dikin wek çawa em ji xwe re dixwazin.
Jêder:Hevbendî