Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Mihemed Qeddah doz li Emerîka kir da li siyaseta xwe ji aliyê Sûriyê ve vegere û got:
“wek berê me di daxuyaniyên xwe de dabû xuyakirin ko tu caran serkeftin li Sûriyê û Herêmê li ser tiroristiyê pêk nayê, bê ko sedemên wê tune bikin, û ew jî rêjîma Esed e, û em dozê li Emerîka dikin ko li siyaseta xwe ji aliyê Sûriyê vegere ”
Tev ku serokê Emerîka Barak Obama ji şêwirdarên xwe xwest ku li siyaseta Birêvebiriyê ji aliyê sûriyê vegerin, belkî piştî ko tê giha ku têkbirina Daiş nabe eger Beşar Esed têk neçe, ev li gora ko Toreya Tlivizyona Emerîkî CNN ragihand.
Cîgirê serokê Hevbendiyê bêtir got: “Ji bo şerê tiroristiyê di evê qonaxê de tundî gerek e, û divê lêdana kaniya wê bibe, bi tawanbarkirina Esed û qedexekirina berdewamiya wî di sethilatê de.”
Û tekez kir ko “nabe tiroristiya ko dibe, tenê di Rêkxistinekê de bê dîtin, lê belê ew zincîrek ji rêkxistin û kombendan e, ji Rêjîma Esed destpê dike û bi Daişê bidawî dibe, hem jî çeteyên Hizbullah û Ebu Elfedil Elebas û yên milî yên din ” û got:
“Dijberiya xelekekê tenê ji vê toreya tiroristiyê , têkbirina pereyan û demê ye û windakirina armancê ye, bila em zelal bin, yê ko bixwaze tiroristiyê tune bike gerek sedema wê tune bike ew jî rêjîma Esed e . ”
Destnîşan kir ku: “Em metirsiya Daişê kêm nabînin, lê gerek em bibîr bînin ko tawankariyên rêjîmê bi gelekî ji yên Daişê ji aliyê qurbaniyan ve mezintir in. Tev ko di nerîna wan de derandina sînorên Rojava û Emerîka ew pîvana tiroristiyê ye. ”
Miftiyê Rêjîmê û berî Daiş çê bibe got: “xwekuj”ên rêjîmê li Rojava hene, li benda destnîşan kirina Esed in da teqînan pêk bînin.
Û di dawiya daxuyaniya xwe de cîgirê serokê hevbendiyê got “Nerast e eger çarenivîsa miletekî ko tiroristiya rêjîmê û ya Daiş li ser tê kirin,bê girêdan bi gotûbêjên li ser arîşeyên Rojava li Herêmê, û xwîna zarokên me tenê kaxezek fişarê be.”
Jêder: Hevbendî