Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nesir Elherîrî ji Desthilata Libnanî xwest ku biberpirsiyarî û hişyarî danûstandinê bi mijara revandina Kombendên Çekdar ji Leşkerên Artêşa Libnanî re bike. Çimkî danûstandin bi vê mijarê re di rewşa ko Herêm tê re derbas dibe, wek ko mirov danûstandinê bi Bombeyeke çaxkirî ko li ser teqînê ye ji hev veke di zeviyeke bombeyên siyasî û civakî de, yên ko Hizbullaha tirorist û Rêjîma Îranî li Rojhilata Erebî ew çandine.
Gava ew qeyrana mirovî ya ko hat serê Penaberên Sûrî li Irsalê meha buhûrî, Aniya Elnesre ewê hingê ragihand ko em amade ne kesên revandî berdin, eger Hizbullah li rex Rêjîmê beşdariyê di şerê Qelemon de li dijî miletê Sûrî şer neke.
Herweha Elherîrî di hevpeyivîneke taybet de digel Nivîsgeha Ragihandinê li ser berdana hinek leşkerên Sunî û hiştina yên Şî´iî, rexne kir û got: “Ev mijar nayê pejirandin hem ji hêla revandinê û hem jî di navbera Kesên revandî de cudabûnê bikin, çimkî ev kirde tenê alîkariyê bi vêxistina agirê nakokiyên milî re dike, ya ko Rêjîm palpêdanê li ser dike da hebûna xwe bêtir xurt bike. ”
Tev wilo jî ez Hizbullah berpirsiyar dikim, çimkî tawankariyên wê û destêwirdana di Sûriyê de û di karê hundirîn de di revandina Leşkerên Libnanî de ew berpirs e. û vekêşana wê ji Sûriyê giring e, ne tenê ji bo aramiya Sûriyê bê parastin, lê belê ji bo hêminî û aramî li Herêmê bi tevayî pêk bê, giring e ko Desthilata Libnanî fişarê bide ser û baweriyê neyîne ko Hizbullah dikare li himber tiroristiyê rabe, çimkî ew parek ji tiroristiyê ye û nikare bibe parek ji çareseriyê an çarekê pêk bîne..
Bobelatên ko gefan li Herêmê dixwin, ew destçûkerên Hizbullah û Esed û Rêjîma Iran in. “
Û ji bo ewê kurtevîdyo ya ko Daiş belav kiriye ya ko leşkerekî Libnanî revandine û dozê li Desthilata Libnanî dike da fişarê bide ser Hizbullaha tirorist da gotûbêjê digel bike Elherîrî got: “ Wek evan kurtevîdyoyan ko bi awayekî Holyodê hatine kêşandin di heman çax de ko êrîş daye ser Herêma Rojhilat da bi hestên mirovan bilîze, da amancên xwe misoger bike. Ew jî ji kurtevîdyoya ko tê de Rojnamevan Cêmis Folî serjê dikin, û herweha ya revandina çend Pêşmergên Kurdan, hem jî revandina Hêzên Parastina Aştiyê li ser sînorê Colan, û revandina Daişê ji çend Leşkerên Libnanî re ko li ser sînorê Sûrî bûn.
Ev hemû kurtefilm ji bo gurkirina nakokiyên milî û yên regezî û yên Sînordaşiyê û hem yên Navnetewayetiyê di mijara Sûriyê de xurt bikin. Û Rêjîma Sûriyê û Hizbullah aliyê tenê ne ko jê sûde werdigirin, yên ko hebûna xwe ya siyasî li ser bingeha milî ava kirine, û bi hin Hêzên Navnetewî û Herêmî ve girêdayî ne.
Ji aliyekî din ve ev ragihandina tiroristî kar dike da behaneyên Esed tekez bike, ko kêferat û nakokiya li Sûriyê milî, regezî û tiroristî ye, û tu Şoreşa gelî ya ko miletê Sûrî li ser diaxive nîn e. ”
Di dawiya axaftina xwe de dûr dibîne ko Hizbullah bi ya Kombendên Çekdar bike û ji Sûriyê di cih de vekêşe û beşdariyê di Cenga Qelemûn de neke, çimkî ferman ne di destê Hizbullah de ye, em dizanin ew li cem Wilayet Elfqîh kole ye û hîç biryara siyasî di dest wê de nîn e, û ji aliyekî din ve yên wek Rêjîma Hizbullah û Beşar Elesed ji bil Desthilatiyê tiştek giring ji wan re nîn e, wan xelk wekû êzingan bikar anîne da li ser textê xwe yê siyasî yî hejhejok bimînin û yê ko li ser qoqê zarokan û zengelorkên wan yên ko bi Çekên Kîmawî bêdeng kirin vegirtine. ”
Jêder: Hevbendî