Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekî de tişta li ser zarê Serokê “Rewta avakirina Dewletê” yên di hevpeyvîneka wî de hatîn ji gotinên nebaş dijî Sûriyên azadîxwaz û şoreşa rûmetê ya kû Alên wê bi xwîna bisedhezaran Sûriyan hatiye avdankirin, şermezar kir.
Berdevkê Hevbendiyê Salim Elmislit got ku: ” Hevbendiya Niştimanî ligel gelê Sûriyê hest bi dilgiranî û sersomaniyê dike” û herwiha got ku: “Ev zarê dijminatî û bi kîn li ser şoreşa gelê Sûriyê û şehîdên wê yên birûmet di naverok û pergalê xwe berûvajî ne, û di têkist û naveroka xwe de naguncin ligel ya kû me bi Rewta dewletê re li hevkiriye”.
Dîsa Elmislit got ku: ” daxuyaniyên Lûayî Husên rastogiya Rewtê dişkîne û ziyanek mezin digihîne “ hewlên Hevbendiya Niştimanî bo bihêzkirina rêkeftin û guncandinê di navbera hêzên şoreşê yên sivîl û yên çekdar de, herwiha hewlên wê ji bona dirêjkirina pir û rêkan bê cudahî di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyê tevlî yên negirêdayî şoreşê jî”.
Jêder: Hevbendî