Hevbendiya Niștianȋ Sȗrȋ hișiyarȋ da ” Metirsiya ku wȇ ji destdanȋn Rȇxistina Dewletȇ li bajarȇ Tedmur ȇ pașmayȋ pȇk were, ȗ ji rȇxistina Netewȇn Yekbȗyȋ Bo Fȇrkirin, Zanist, ȗ Rewșenbȋriyȇ (Yonisko) xwest ku bi lez tev bigerin bo parastina bajar, xistina wȋ di serȇ lȋsteyȇ de, stendina pȇrabȗnȇn gerek bo lȇxistina zengilȇ metirsiyȇ ȗ hilgirtina Civaka Navdewletȋ ji pirsiyariyȇn xwe re”.
Berdevkȇ Fermȋ bi navȇ Hevbendiyȇ Salim El – Mislit destnȋșan kir ku tiștȇ dibe, mȋna pȇșketina endamȇn Rȇxistina Dewletȇ li çola Sȗrȋ ber bi bajarȇ Tedmurȇ de ku ta niha gelek pașmayȇn simbola kevariya șaristaniya wȇ, ew ” Dȋmeneke tawankarȋ nȗ ye, ku danerȇ wȇ rejȋm Esed e, endamȇn Rȇxistina Dewletȇ bi rolȇn wȇ radibe, ȗ nirxȇ wȇ keleporȇ șaristanȋ ȇ Sȗrȋ dide “.
El – Mislit ji Hikȗmeta Sȗrȋ a Demkȋ , hemȗ xelkȇn Sȗrȋ, șoreșgerȇn wȇ, ȗ endamȇn Artȇșa Sȗrȋ a Azad xwest ku guh bidin kar bo misogirkirina keleporȇ șaristanȋ ȗ mirovahȋ ȇ Sȗrȋ, bi șerȇ dijȋ tawanȇn rejȋma Esed ȗ Rȇxistina Dewletȇ re.
El – Mislit diyar kir danustendina rejȋmȇ li wȇ deverȇ nȇtȇn wȇ diyar dike” Ew dibȋne dorpȇçkirina navendȇn xwe yȇn ewlehȋ ȗ leșkerȋ li bajarȇn di bin destȇ wȋ de di ser her tiștȋ re ye” ȗ eșkere kir ” Tev ziyan ȗ tȇkçȗnȇ di nav de jȋ, ew derbarȇ kareseta mirovahȋ ku dibe Rȇxistina Dewletȇ li Tedmurȇ pȇk bȋne ne xemdar e, ȗ hȇvȋ dike ku ew karesat tȇkçȗnȇn wan li hemȗ eniyan wenda bike, ȗ beșek ji roniya li ser tawanȇn berdewam ku dike tarȋ bike”.
El – Mislit wisa jȋ got:” Gelemșiya ku rejȋm li wir tȋne holȇ wȇ rȇ ji zilamȇn wȋ ȗ girupa wȋ a teng re bo talankirina pașmayȇn mayȋ bo firotinȇ veke”.
Jȇder: Hevbendȋ