Serokê Hevbenadiya Niştimanî Sûrî Hadî Elbehra ji Civaka Navdewletî xwest ku pirsyarya xwe himberî girtiyên Sûrî di binê zindanên Esed de hilgre, û kar li ser ” Berdan û parastina wan û sizakirina berpirsyarên karên ne yasayî û tawankarî ku derheqê wan de bikar tên bibe”. Ev daxwaz hat piştî ragihandina pakrewanbûna 35 girtiyên nû di zindanên Esed de di bin işkencê de li gundewarên Himsê, û navên wan ji hêla çalakvanan ve hatine belgekirin, 17 ji wan ji bajarokê Mehîn in û 15ê dî ji bajarokê Hewarîn in lê devera ku jê ne nehatiye destnîşankirin.
Behra di kongirekî rojnamevanî de got: ” Bi navê Hevbendiya Niştimanî hişiyariyê li ser berdewamiya neguhdan û erzankirina xwîna Sûriyan didim, dibînim çi kesê ku alîkariya Sûriyan nake, di tawanên ku derhqên wan de bikar tên hevpar e”. hêja ye gotinê ku ev tawan tenê piştî derbasbûna hefteyekê li ser kuştara derheqê 44 girtiyên ji bajarê Qeryetên li gundewarên Humsê di bin işkencê de jiyana xwe ji dest dan.
Behra Civaka Navdewletî agahdar kir ku tîmek ji lêkolînerên dadwerî di warê tawanên Cengê de pispor in, di destpêka vê salê de û piştî lêkolîna wêneyên 11 hezar girtî ku hatine kuştin, herweha hindek belgeyên dî tekez kirin ku ” Nîşanine Diyar” li ser bikaranîna rejîma Esed ji işkenace û bidarvekirina rêbazkirî derheqê hezarên girtî ji Avdara 2011an de hene.
Behra Zêde kir: ” Bi hezaran belge, dîdevanî, û nîşanên di ser hev de hene ku neguhdana berdewam bi mafê mirovê Sûrî ji hêla Civaka Navdewletî hene, ji ber vê yekê, em dibînin ji erkê me ye em tawanbarkirnek diyar li ser bêdengiya hikûmetan û desteyên wan yên fermî û pispor li ser tawanên zorbed ku derheqê xelkên Sûrî de di binê zindanan de berdewam in rêdar bikin, herweha tawanên derheqê sivîlan li hemû deverên Sûrî bikar tên “.
Jêder: Hevbendî