Endamȇ desteya siyasȋ ȗ Razgirê Giștȋ ȇ Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ ȇ berȇ Bedir Camȗs pesnȇ serkeftinȇn meydanȋ ku lawên șoreșa Sȗrȋ ji Bakur ta Bașȗr bi dest dixin da, ji ber ku șoreșvan destaneyȇn lehengiyȇ li Idlibȇ ȗ gundewarȇn wȇ ȗ Der`a ȗ Hema xȇz dikin.
Camȗs diyar kir ku rizgarkirina Cisr El- șixȗr ȗ Kargeha Qermȋdan vȇ dawiyȇ mȋna nȋșanekȇ xuya ye ku rejȋma esed ji ber westan ȗ tȇkçȗnȇn leșkerȋ ku di ȇrȋșȇn berdwam ȗ bi ȇș di vȇ dawiyȇ de bi ser de tȇn ji hev dikeve ȗ tȇ hev.
Camȗs diyar kir ku tev qedexekirina asmanȋ ku nahȇle çekȇn qenc bigihȇn șoreș ȗ șoreșvanȇn me, lȇ wan ji hevalan re berȋ dijminan tekez kirin ku vȋna azadiyȇ ȗ baweriya rasteqȋne bi vȇ șoreșȇ ȗ dweriya pirsgirȇka wȇ, tev kȇmbȗna çek ȗ cebilxaneyan, ev serkeftinȇn gewre berhem dan.
Camȗs berdewam kir:” ez ji dewletȇn herêmȋ ȗ navdewletȋ dixwazim ku rewșa Sȗrȋ careke dȋ di bin siya vȇ herifandina lezgȋn ȗ jihevketȋ a rejȋma Esed de bixwȋnin, helwesta xwe bi alȋkariyek bȇhempa bo șoreșgeran nȋșan bidin, bo lezkirina çareseriya rasteqȋne li Sȗriyayȇ, bi rizgarkirina wȇ ji rejȋma Esed ȗ rȇxistina Daișȇ”.
Jȇder: Hevbendȋ