Hindek hêzên şoreşger li Helebê pêkanîna odeyeke oparisyonan ya hevbeş li jêr navê “Odeya Oparisyonên Vekirina Helebê” ragihandin, ku operasyonên wê ji bo kontrolkirina tevaya Helebê destpê kirin , piştî destdanîna ser Cisr Elşiûr li gundewarê Idlibê û birîna hêlên alîkariyan ji ser hêzên Esed yên di Helebê de.
Ku Tabûrên şoreşger çendîn navendên hêzên Esed li taxa Elcedîde li Heleba Kevin helweşandin û di encamê de bi dehan ji serbazên Esed hatin kuştin, herwiha şoreşger di heman navçeyê de bi pêşve çûn ku bergiriya hêzên Esed bi yekcarî hat têkşikandin û hejmarek mezin ji serbaz û mêlîşiyên Esed hatin kuştin.
Li aliyek din artêşa Elfetih kontrolkirina xwe li ser serbazgeha Elqermîd li gundewarê Idilbê bi tevayî ragihand, piştî rizgarkirina rêbenda Elbiyût û Elmedacin di hindur serbazgehê de, tevlî kontrolkirina rêbenda Elgaziyê li ser dergehê serekî yê serbazgehê, û di van şeran de destkeftiyên şoreşgeran 3 tank û tibabek mezin ji çek û cebexaneyan û herwiha têkşikandina tangekê bûn.
Herwiha malaştin li bajarê Cisr Elşixûr berdewam e û şoreşgeran 30 serbazên Esed dîl girtin ku xwe di hindur nexweşxaneya niştimanî di hindur bajêr de veşartibûn.
Jêder: Hevbendî