Bedir Camûs; endamê desteya Siyasî û Sikirtêrê giştî yê berê yê Hevbendiya Niştimanî daxwaza rizgarkirina Sûriyên li Yemen dijîn ji dewletên dostên gelê Sûriyê kir, û herwiha dabînkirin û misogerkirina derbasbûna wan bi awayekî aram bo dewletên wan pêşwazî bikin kir.
Camûs diyar kir ku niha nêzîkî pênc hezar Sûriyên rikberên rêjîma Esed li Yemen asê mane, û derfet li pêş wan hatine girtin, û jiyana wan di metirsiyê de ye, ji sedema şer û têkçûna ewlehiyê ya ku mêlîşeyên Hosiyan yên girêdayî bi Rêjîma Iranê ve bûne sedema çêkirina wê.
Dubare Camûs tekezî li ser piştgiriya Hevbendiya Niştimanî bo operisyona “Bahoza Elhezim” kir, ya wek bersivdanekê hat li ser pêdivî daxwazên parastina Yemen û gelê wê ji êrîşên dijminkarî yên mêlîşeyên Hosiyan yên dûvelankên rêjîma Iranê, û dît ku ev gavek durist û rêgir e, û herwiha dibe rêxweşkirin ji bo pêkanîna bereyekê li dijî pilangeriyên rêjîma Iranê yên tevaya devera Erebî armanc dikin.
Jêder: Hevbendî