Razgirê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nesr Elherîrî ji Netewên Yekbûyî xwest ku ” Berpirsiyariyên Xwe di parastina sivîlan de û bicîanîna biryarên xwe , û bi taybet ya nemre 2165 ya derbarî derbaskirina alîkariyan bo hemû deveran bê erêkirina Esed “.
Serbazên rejîma Esed bi tang û top û hawinan embarên hawarçûnê ên ku netewên Yekbûyî derbas kiribûn armanc kirin, û bi gihandina kemyonên alîkariyê re duh sibeha ber derwazên taxa We´ira dorpêçkirî li Himsê agirberdanek dijwar çêbû.
Herîrî di daxuyaniyeke ku îro derket destnîşan kir ku ” Rejîma Esed hîn guh nade biryarên navdewletî, û biryara nemre 2165 binpê dike, û ta niha derbaskirina alîkariyên mirovahî bo deverên sivîl yên ku ew dorpêç kirine qebûl nake, û bûye sedema boblatek mirovahî berdewam ku gefê li melyonên sivîlan li deverên dorpêçkirî dixwe , ew jî ji ber birçîbûn, serma , û kêmbûna pêdiviyên xwarn û sotemeniyê, û bilindbûna nirxên wan “.
Jêder: Hevbendî