Nûnerê Hevbendiya Niştimanî di Yekîtiya Ewropî de Miwefeq Nêrebiyê, daxwaz ji nûnera bilind ya karubarên derve û siyaseta ewlekarî ya Yekîtiya Ewropî Fêdrîka Morgîrînî kir bo pirotistokirina bikaranîna bitewşî ya tundutîjiyê ji aliyê rêjîma Esed û firokên Rûsiya li dijî sivîlên Sûriyê.
Nêrebiyê Yekîtiya Ewropî han da, ji bo bervaniya mafê gelê Sûriyê bike,û terxankirina hemû bizavên pêwîst bo misogerkirina parastina sivîlan ji êrîşên bitewşî yên rêjîma Esed ya terorîst û hevalbendên wî Rûsiya û mêlîşên tayîfeperist.
Nêrebiyê got:“ di dema ku Yekîtiya Ewropî çi ji van rêşûnan nestîne, wê gavê emê ji hevparên xwe yên Ewropî yekser daxwaza bizavên yekalî bikin bo parastina sivîlan bi awayê hevşêwe û guncayî digel pêvajoya Viyêna derbarê mijara dadgehkirina berpirsên van tawankariyên hovane”.
Jêder:Hevbendî