Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ ” Piștgirȋ ȗ alȋkariya xwe ji operasyona leșkerȋ Asifet El-Hezim re ku wek bersivdanekȇ ji xwestekȇn parastina Yemenȇ ȗ milletȇ wȇ ji zordariya milișiyȇn Hȗsȋ ȇn bi rejȋma Iranȇ ve girȇdayȋ ne bikar tȋnin ” ragihand.
Hevbendiyȇ di daxuyaniyeke xwe de ȋroj diyar kir ku tevgera Erebistana Si`ȗdȋ bi ȗ bi alȋkariya girupek ji dewletȇn Kendava Erebî , Hikȗmeta Yemenȋ, ȗ hin dewletȇn erebȋ dȋ birȇve dibe ” Ji bo parastina Yemen ȗ milletȇ wȇ ji dagȋrkirȇn Iranȋ ȗ Milișiyȇn Hȗsȋ”.
Hevbendiyȇ tekez kir ku ev biryar ” Gaveke rast ȗ rêgir e, û derî li pȇș pȇkanȋna eniyekê dijȋ pilanȇn rejȋma Iranȋ ku deverȇ bi tevayȋ armanc dike vedike”.
Ȗ ji ber Hevbendȋ nȗnerȇ rewa ȇ tekane ye ji milletȇ Sȗrȋ re ” Ji dewletȇn dost ȗ heval xwest ku kar bikin da hevpeymaniyeke xurt ava bikin ku rejȋma Esed bidawȋ bike, rejȋma Iranȋ ȗ timatiya wȇ di cih de rawestȋne, operasyona wȇrankirina berdewam li Sȗriyayȇ bidawȋ bike, ȗ alȋkariyȇ bi Sȗryan re bo pȇkanȋna hȇviyȇn wan yȇn rewa bike”.
Jȇder: Hevbendȋ