Doh li Biroksilê, Hadî Elbehra Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî digel mezintirîn nûnerên Dewletên Endam di Yekîtiya Ewropî de civînek lidar xist, tê de plana Dî Mistora û nerînên Hevbendiyê li ser ramanên pêşinyarkirî gotûbêj kirin, tevlî tunebûna pêşinyarên nivîskî û diyar li gora ko berê Şandeyarê Navdewletî Dî Mistora pêşkêş kiribû.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Tekez kir”giring e plana Dîmistora çareseriyeke siyasî giştî li gor pirinsîbên Cinêvê dabîn bike.” Herweha Elbehra pêwîstî da“giringiya hebûna gerantiyan ji bo cîbicîkirina çi peymana ko çê bibe, di nav de jî gerantiya ko Esed derfetê bi dest nexe da aniyeke şer sar bike û yeke din germ bike.” Herweha hinek wezîran di civîna digel Şandeyarê Navdewletî de dest nîşan kirin, ko wan jî hinek xalên nediyar di plana wî de dîtine.
Herweha Elbehra bizavên ku bûne bi hevbeşbûna bi Civaka Navdewletî re dane xuya kirin, da planeke giştî deynin ji bo têkbirina Rêkxistinên tirorist wek “Daiş” û tunekirina sedemê serekî ji pêkanîna tundrewiyê re ku ew jî Rêjîma Esed e. û damezirandina durvên desthilateke lîbral li ser xakê, wek gerantiyekê ku careke dî Daiş û zordariya Esed venegerin. Elbehra tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî pabend e bi operasyoneke siyasî ya veguhêz li gor daxuyaniya Cinêvê. Herweha Elbehra tekez kir ko wî gotûbêjên binirx ligel Şandeyarê Nevdewletî kirin, û ya giring ew e ku grantî xwest ji bo Rêjima Esed ji plana Dîmistora delîvê nebîne, ji planê sûde negire û destkeftinên leşkerî pêk neyine û bêtir niştecihên Sivîl netirsîne.
Herweha Serokê Hevbendiya Niştimanî, spasiya dewletên endam di Yekîtiya Ewropa de ji bo rola wan di alîkariyên hawarçûnê de yên mirovî kir, û ji wan xwest ko hemû giraniya xwe bidin ser, da gihaştina alîkariyan dabîn bikin, çimkî heta nuha biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2165 cîbicî nebûye.
Herweha Elbehra spasiya dewletên endam di Yekîtiya Ewropa de kir ji bo bizavên wan yên ko Rêjîma Esed xistin bin fişarê bi rêya sizayên li ser ferz kirin, û doz kir ko bêtir fişarê bidin ser Esed bi amanca lawazkirina hêzên wî bi rawestandina gihaştina çekan ji hevalbendên wî Îran û Rûsya û Çeteyên Hizbullah.
Jêder: Hevbendî