Hevbendiya Niştimanî bi tundî tawana terorkirina efserê artêşa azad serkirde Cemîl Rehdûn şermezar kir, û ew “karekî terorîst dît û da zanîn ku şûntiliyên rêjîma Esed li pişt vê tawanê ne”.
Li beyaniya Îro li bajarê Antakiya li tirkiyê, fermande Rehdûn fermandarê kombenda Bazên Elxab hat terorkirin, bi rêka çandina bombeyeke teqîner bi otombêla wî ve, hêja ye gotinê ku berî niha li heyva Nîsana bûrî jî rastî hewleka terorkirinê hatibû.
Hevbendiya Niştimanî bi şehîdbûna wî behîdariya kesukar û hevalên wî di artêşa azad de kir û da zanîn ku “ew sembol û nemûneya serbazê şerker ji bona azadî û rûmeta gelê xwe bû”, û Hevbendiyê tekez kir ku cudabûna wî ya zû ji artêşa rêjîmê bû hokarê beşdariya wî di piraniya şerên rizgarkirina welêt de, ku şerên deşta Elxab yek ji xuyatirînên wan şeran bûn .
Bi vê yekê Hevbendiyê daxwaz ji efser û şervanên artêşa azad kir bo standina bilindtirîn astê hişyariyê nemaze piştî belavbûna nûçeyên niyaza xwefiroşên rêjîma Esed û Îranê bi ancamdana kiryarên terorê li hundur û derveyî welat, bo vegerandina ziyanên xwe yên mezin di van heyvên dawiyê de.
Jêder:Hevbendî