Sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Mihemed Yihiya Mektebî destxweşî kir bi “vexwendina dewletên Encûmena Kendava Erebî bo lidarxistina kongirê Opozisyona Sûriyê li Riyad”, ya ku duhî roja sêşemê hatî ragihandin di Civata Encûmena Hevkariya Kendava Erebî de.
Mektebî bibilindî “bizava Encûmena Hevkariya Kenvdava Erebî di piştgirîkirina Şoreşa Sûriyê de” nirxand, û tekezî li ser “rola karakter ya Encûmenê kir û bi taybetî rola Şahnişîna Erebistana Si’ûdiyê di piştgirîkirina gelê Sûriyê de heta bidestxistina mafên xwe di azadî û rûmetiyê de”, herwiha tekezî li ser rola Encûmenê kir di ” pişkdarî û alîkariyê ber bi qonaxa veguhêz de heta qonaxa paş rûxandina Esed, li ser binemayên hevbeş ji bo avakirina Sûriya paşerojê”.
Herwiha Mektebî pêdagiriya Hevbendiyê tekez kir li ser “çareseriya siyasî û destpêkirina danûstandinan ji cihê danustandin lê hatin rawestandin”. û cext kir li ser ” pêşindeyên Şoreşê di rûxandina Rêjîmê de û dadgehkirina wan di hemû danûstandin û destpêşxeriyan de. Tevî ku Hevbendî di wê baweriyê de ye ku Rêjîm hêjî sûr e li çareseriya leşkerî , û destpêşxeriyên navdewletî napejirîne û wan piştguh dike ji bona yek armancê ku ewjî ji bona demekî zêdetir bistîne û Şoreşa gelê Sûriyê yê doza azadî û rûmetê dike serkut bike.
Jêder: Hevbendî