Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasit Ebdulletîf, tekez kir ku rijêma Esed hewil dide ku Sûriyên ku nexwestine tevlî refên leşkeriya neçar bibin da di pêkanîna tewanan dermafê xelkên xwe de bişdar nebin bitirsîne, di riya derxistina daxwiyaniyên şaş û şermezarkirî.
Li ser tiştê ku Wezareta Ragihandinê ya rijêmê di parçevîdyoya şiroveya serokê şaxê berdêl û lêborîna leşkeriyê li bal hêzên rijêmê derbarê ketina mersûmê yasayê yê hejmar 31 yê ji bo cîbicîkirinê yê sala 2020an belav kiriye, Ebdulletîf tekez kir ku tiştê di wê vîdyoyî de hatiye tenê weke tirsandinê ye, û ji bo ku bîne bîra bisedên hezaran ji sûriyên ku tevlêbûna nav tabûrên rijêmê ret kirine ku dê cezayê xwe bibînin ger pereyan wek berdêla leşkeriyê nedin, û gefê dide wan ku dê destê xwe deyne ser malûmilkên kes û xwediyên ji ber leşkeriyê reviyane, li gor ku di wê vîdyoyê de hatiye axaftin.
Û Ebdulletîf cext kir ku komek ji şaştiyên eşkere di wê vîdyoyî de hene, û yasaya anîna pereyên biyanî yaku bi berdêla xizmeta leşkeriyê tê naskirin, û têde hatiye ku destdanîn tenê dê li ser yê ji ber leşkeriya neçar direve ye, an dê li şûna wî dest deynin ser malûmilkên jin û zarokên wan, heya ku ew biçespînin ku ev dirav ji mêr an bav ji wan re nehatiye veguhastin.
Û bal kişand ser ku nivîsa vê yasaya siyasî ya ne destûrî û ne sincî qala xwediyên kesên ji bo leşkeriyê tên xwestin nekiriye, û tekez kir ku armanc ji vê ragihandin şermezarkirî ew e, ku bihêle hin pereyan bidin rijêma ku di warê darayî û sincî de miflis ketiye.
Û Ebdulletîf tekez kir ku rijêm di qeyraneke darayî û aborî de dijî, piştî ku şandina darayê ji aliyê Îranê ve bi şûnde çûye, û bi ser de cîbicîkirina Yasaya Qeyser, lewra ji ber bandora vê fişarê ew hemû alavan bi kar tîne, daku gencîneya xwe bi pereyên biyanî dagire, ji ber ku bi awayekî eşkere gotiye divê berdêl bi dolarê Emrîkî be, an li gor wan dolaran bi lereya Sûrî be.
Û Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ji sûriyan xwest ku guh nedin lîstkên rijêma ne rewa, û cext kir ku sûrî diravan nadin daku xelkê wan bi wan pereyan werin kuştin.
Û dît ku Sûrî dê ji vê rijêmê û kiryarên wê rizgar bibin, û maf dê vegere ji xwediyên wî re, ji ber ku yasa ji bo xizmeta mafan û parastina wan tête derxistin, ne ji bo sizakirina ciwanên sûrî yên ret dikin ku çekên rijêma jihevketî rakin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî