Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ebdulbast Ebdilletîf bi şedek ji Komeleya “Mala Feratî” re civiya, û bi wan re rewşa ketwarê devera rojhilatê Sûriyê û rewşa xelkên wê yên ku li Turkiyê dijîn gengeşe kirin, di çarçoveya xurtkirina têkliyê li gel çalakî û saziyên civaka sivîl de.
Û amadebûyan pirsgirêkên xelkê devera rojhilatê sûriyê yên li Turkiyê dijîn berçav kirin, û armancên Komeleyê û nerîn û pilan û karê wê li gor wan pêdviyan gengeşe kirin.
Û amadebûyan behsa xizmetguzariyên ku Komele li ser asta mirovahî û civakî û xizmetkarî pêşkêş dike kirin, û bal kişandin ser giringiya rûbirûbûna wan astengiyan û berdewamiya kar ji bo pêkanîna armancên Komeleyê.
Û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf pesnê avakirina Komeleyê û giringiya wê da, û tekezî li ser piştgiriya Hevbendiya Niştimanî ji Komeleyê re kir, û bal kişand ser hejmarek ji xalên ku gereke komele pabendiyê pê bike, daku serkeftin û berdewamiya wê misoger bibe.
Tê zanîn ku Komeleya “Mala Feratî” komeleyeke xizmetkarî, civakî û mirovahî ye û baregeha wê li Stanbolê ye, û hejmareke mezin ji xelkê parêzgeha Dêra Zorê dihewîne, bizavê bo xizmeta xelkê parêzgehê yên li Turkiyê dijîn dike,bi hevrêzî û hevkariya li gel tevaya çalakiyên civakî û Hevbendiya Niştimanî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî