Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ebdulbasit Ebdulletîf, bi gereke şopandinê li ser ofîsa ciwanan û jinê û ofîsa karûbarên yasayî û baregeha Hevbendiya Niştimanî li bajarê Ezazê li gundewarê bakurê Helebê rabû, û rewşa birêvebirina kar li wan ofîsan temaşe kir.
Û Emîndarê Giştî pesnê karê ofîsan û hevkariya wan li gel cûrbecûr beşên civakî li deverên rizgarkirî da, û li ser pêdviyên ofîsan bo çakkirina xebatên têde dibin rawestiya.
Û Ebdulletîf tekazî li ser giringiya pêkanîna armancên ofîsan û danûstandina li gel ciwanan li deverên rizgarkirî kir, her weha têkliya li gel jinan da ku wan han bidin ku rola xwe ya tam di civaka Sûrî de bistînin.
Û Ebdulletîf bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî kar li ser xurtkirina çalakiyên xwe li deverên rizgarkirî dike, û ofîs û baregehên nû li cûrbecûr deveran vedike, û got ku ew ofîs asta hevrêzî û hevkariyê li gel saziyên cîbicîkar û di serî de Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê bilind dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî