Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilbasit Ebdiletîf digel wezîrê navxweyî yê desthilata Sûriyê ya demkî Mihyedîn Hermûş civiya, û digel dawîtirîn pêşveçûnên meydanî li herêma Til Ebyed li gundewarê Reqa û rewşa ewlehiyê li wir û dawîtirîn vekolîn derbarê teqîna tirioristî ya roja şembiyê ya bû sedema ketina qurbaniyan gotûbêj kirin.
Emîndarê giştî û wezîrê navxweyî sersaxiya malbatên şehîdan kirin û gotin ko teqîn şoptiliyên PYD li ser hene ko ew herdem dixwaze ewlehî têk biçe. Û tekezî li ser serkeftina pirojeyê herêma aram û rizgarkirina sivîlan ji rêkxistinên tirorist kir.
Her weha herdu aliyan tekezî kirin ko giring e polîs û dezgehên ewlehiya navxweyî li herêmê çêbibin, û dibînin ko ew dê alîkariya hêzên artêşa niştimanî bikin ji bo ewlehî dabîn bibe, û nehêlin milîtanên tirorist kirdeyên tiroristî derheqê sivîlan de bikin.
Emîndarê gişt digel serokê encûmena xwecihî ya bajarê Reqa birêz Fayiz Elkati’ civiya, digel wî şêweyê karê nivîsgehê û giringiya têkiliyan li gel encûmena xwecihî ya bajarê Til Ebyed ya nû hatiye damezirandin gotûbêj kirin.
Li ser giringiya berdewamkirina kar ji bo derbiderên herêma rojhelat û giringiya pêkanîna rewşeke guncaw bo vegera wan bo cih û warên wan û bi taybetî piştî rizgarkirina herêmine berfireh di operasiyona kaniya aştiyê de.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî