Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulbasit Ebdulletîf, rapora rolane ya Emîndariya Giştî pêşkêş kir, têde li ser karê Emîndariyê di guvaşa ji bo xurtkirina karê dezgehî û rakirina asta pêwendiyên Sûrî Sûrî axivî, her weha pêşkêşkirina xizmetkarî û piştgiriya pêwîst bo çalakiyên rêvebirî û ofîs û komîteyan.
Û Emîndarê Giştî karê Emîndariya Giştî di warê xurtkirina hebûna Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî di riya piştgirî û çalakiyên Ofîsên Hevbendiyê li Ezazê û Elraî re berçav kir, her weha hevkarî û hevrêziya li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê di hemû karên cîbicîkirinê de yên girêdayî xizmetkariya welatiyan li deverên rizgarkirî û dewletên penaberiyê.
Û Emîndarê Giştî bal kişand ser hevdîtinên ku Emîndariya Giştî li gel çalakvan û saziyên sûrî yên cûrbecûr pê rabûye, her weha hevrêzkariya li gel rêvebiriya têkliyên derve yên girêdayî rêxistinkirin û xurtkirina karê ofîs û balozxaneyên Hevbendiyê li dewletên erebî û biyanî.
Û Emîndarê Giştî li ser rola Emîndariya Giştî di şopandina karê Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş re ya taybet bi çareserkirina kêşeyên sûriyan li Tirkiyê û çareserkirina rewşên wan di warê yasayî de axivî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî