Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, raporta karê Emîndariya Giştî li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civatên xola 63yemîn ya normal de pêşkêş kir, û têde behsa karê Emîndariya Giştî û rola wê di karê siyasî û yasayî de kir.
Û Emîndarê Giştî kevala Emîndariya Giştî û karên yasayî û rêvebirî têde berçav kirin, û tekezî li ser giringiya xurtkirina karê dezgehî û pêşxistina karên rêvebirî û pêşkêşkirina xizmetguzarî û piştevaniya pêwîst bo çalakiyên ofîs û rêvebirî û komîteyan kir.
Û Rehmê şiroveyek li ser karê Hevbendiya Niştimanî û baregehên wê li deverên rizgarkirî pêşkêş kir, û tekezî li ser berdewamiya bihêzkirina hebûna Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî û pêşxistina karê rêvebirî li wê deverê kir.
Û Emîndarê Giştî kurteşiroveyek li ser beşdariya xwe di hevdîtin û civatên navdewletî de derbarê pirsa Sûriyê pêşkêş kir, û tekezî li ser berdewamiya kar ji bo pêkanîna çareseriya siyasî li gor biryarên navdewletî û di serî de daxweiyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254, û daxwazên gelê Sûriyê di azadî, rûmet û demokrasiyê de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî