Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem Rehmê, kiryara Rêvebira Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) li Sûriyê (Corinne Fleischer) şermezar kir, ji ber ku wê zanyariyên nerast û şaş derbarê bersiva Netewên Yekbûyî ji bo kesên ziyan ji ber erdhejê li Sûiyê dîtine weşandine, û dûrî rastiyê gotiye ku saziya wê alîkariyên mirovî li deverên rizgarkirî li Bakur-Rojavayê Sûriyê belav kirine, lê dîmenên ku wê belav kirine ji bajarê Helebê yê ku di bin desthilata rijêma Esed de ne.
Û Rahmê got ku ji bilî paşvemana eşkere ya Netewên Yekbûyî di alîkarîkirina Sûriyên li deverên rizgarkirî de, Flescher bi awayekî nepîşeyî tevdigere û agahiyên şaş li ser medya civakî pêşkêş dike.
Û Rehmê bal kişand ser ku her alîkariyek di riya rijêmê re tê, piştgirî ji wê û amûrên wê yên leşkerî re ye, ji ber dizî û firotina alîkariyan an gihandina wan alîkariyan bo milîsên xwe.
Û Rehmê nerazîbûna xwe diyar kir ji awayê danûstandina Netewên Yekbûyî û rêxistinên wê li gel bobelata erdhejê li Sûriyê, ji ber ku hewl neda alav û pêdawîstiyên derxistina kesên di bin wêraniyan de mane bişîne, ji bilî destwerdana wê ya lawaz û bêbandor piştî derbasbûna çend rojan di ser felaketa erdhejê re.
Û Emîndarê Giştî cextî li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên di pergala Netewên Yekbûyî de û çaksazkirina şaşiyên ku di salên dirêj de bûne sedema biryarên şaş dermafê gelê Sûriyê kir, û daxwaza bersivdaneke navdewletî ya lezgîn bo kesên ziyan dîtine kir, di riya pêşkêşkirina alîkariyên ku stargeh, xwarin û pêdiviyên wan yên jiyanê ên bingehîn garantî dikin.
Û got ku niha bi hezaran Sûrî li bakur hene, li çolê û derên vekirî ne, û hewcedariya wan bi penageh û hemû hewcedariyên jiyanê wek xwarin, derman û pêdiviyên germkirinê, hene.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî