Careke din encûmena ewlehiyê têkçû di rawestandina kiryarên ku di derheqê sivîlên Sûriyê de tên kirin û bi taybetî li Der’a û gundewarê wê bi destê hêzên rêjîma Esed û hevalbendên wê, cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê Bedir Camûs, dibîne ko neçaretiya navdewletî ya aşkere beraber bobelatên tên serê miletê Sûriyê dimîne şermezariyek di dîroka rêkxistina navdewletî de.
Rûniştina Encûmena ewlehiyê ya awarte duhî pêncşemê bê encam bidawî hat, di heman çaxî de firokên Rûsya gundê Seyda li gundewarê rojhilat bombebaran kir, di encamê de malbatek “dê û çar zarok” şehîd ketin.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji netewên yekgirtî kir ko berpirsiyariya tawankariyên cengê yên derheqê sivîlan de li Sûriyê çêdibin bide ser milê Rûsya û rêjîma Esed, û li ser aktîvkirina alaveke bêlayen bo sizadana tawankarên cengê tekez kir.
Emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Entonyo Gotrîş di rûniştina ku li ser daxwaza Siwêd û Kiwêtê çêbû nîgeraniya xwe anî ziman li ser şophiştina wêraniya operasiyona cengê ya ko hêzên rêjîma Esed bi piştgiriya firokên Rûsî û milîtanên Îranî yên tirorist li başûrê Sûriyê dikin.
Stîvan Ducarîk bal kişand ser ko nêzîkî ‘’ 750hezar kesî di metirsiyê de ne‘’, diyar kir ku 325hezar ji bajar û gundên xwe ber bi herêmên bêtir aram ve derbider bûne.
Camûs hemû tawankariyên derheqê sivîlan de li Der’a çêbûne pirotesto kirin, tekez kir ko tiştê rêjîm dike di operasiyona guherîna dîmugrafî û koçkirina kotekî de ye, ya ko li hemû herêmên Sûriyê pêk aniye, û bêtir got ku ev yek tenê ji bo têkbirina çareseriya siyasî li Sûriyê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrê