Encûmena Niştimanî Kurdî di daxuyaniyeke xwe de duh êrîşa milîtanên PYD li ser bargehê kongirê Encûmenê û bikaranîna tundiyê û astengkirina çalakiyên Encûmena Niştimanî Kurdî li herêmên piraniya wan Kurd in yên ko milîtanên PYD bi hêza çekan wan kontrol dike pirotesto kirin.
Encûmenê di daxuyaniya xwe de tekez kir ko ev siyaseta tundûtûjî ya milîtanên PYD ji girtin û astengkirinê û girtina nivîsgeh û bargehan dike, Encûmenê ji rabûna bi rola wê ya berevaniya azadî û dîmuqratiyê sist nake.
Encûmena Niştimanî di daxuyaniya xwe de bang li hêzên xêrxwaz û dîmuqratî û rêkxistinên mafên mirovan û hêz û partiyên Kurdistanî û dewletên bi rewşa Sûriyê ve têkildar kir da fişarê bidin ser milîtanên PYD ji bo dest ji van kirdeyên redkirî berde.
Endamê emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî Kurdî Ebdulsemed Biro ji alavên ragihandinê re got” Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD hewil dide ko pirojeyê niştimanî Kurdî yê ko Encûmenê daye ser milê xwe têk bide”, û destnîşan kir ko ” wê di civîna dahatî de roja lidarxistina kongirê giştî destnîşan bikin.‘’
Gerek bû ko Encûmena Niştimanî Kurdî kongirê xwe di çarê vê heyvê de roja sêşembê li bajarê Qamişlo lidar bixista, lê alîgirên partiya yekîtiya dîmuqrat PYD û asayîşên wê bi zora çekan têwerdana cihê kongir kirin û nehiştin Encûmen kongirê xwe lidar bixe.
Berê jî çekdarên milîtanên PYD nivîsgehên Encûmena niştimanî kurdî û nivîsgehên partiyên bi ser encûmenê ve şewitandibûn û bi dehan çalakvan û siyasetmedarên Encûmenê girtin û yê dawî serpereşt Neşet Zaza bû, her weha endamê komîta navendî ya partiya dîmuqratî Kurdistanî-Sûriyê Abdulrehman Qasim duh sibeha sêşembê ber bi cihekî nediyar de revandin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî