Serokê ENKSê, Ibrahîm Biro, cext li ser wê yekê kir ku ENKSê berdewam e li ser redkirina rêveberiya xweser ya ji aliyê milîsên PYDê li bakurê Sûriyê hatiye ragihandin, û bal kişand li ser ku hîç çarçoveyek yasayî yan piştgiriyek gelêrî ji wê rêveberiyê re nîne.
Herwiha amaje kir ku ew rêveberî bi yekalî û di rêkeftinekê de di navbera rijêma Esed û heman partiyê de hat ragihandin, ji lewra ew rê nade partiyên siyasî yên din ku rola wan di navçeyê de hebe, û ew bi taybetî dijminkariya ENKSê dike û rê li pêş kar û xebata wê digire.
Biro got ku PYDê ji bo qazenc û berjewendiya rijêma Esed kar dike, û herwiha dijminatiya her kesê dijberê Rijêmê dike, çi Kurd an Ereb an ji her pêkhateyek din be, û her aliyekî nêzîkî wê û Rijêmê tê erêkirin û parastin.
Biro, derbarê oparesyonên mertala Feratê û derbasbûna hêzên Tirkiyê diyar kir ku “Tirkiyê her ji destpêka şoreşa Sûriyê hewl didan ji bo dirustkirina navçeyek tenah ji bo parastina sînorên xwe ji metirsiyan û dabînkirina navçeyekê ji bo koçberên Sûriyê”, û tekez kir ku xelkê sivîl di rewşeke xirab de dijîn di navçeyên di destê PYDê de, bi sedema ferzkirina bêş û bacên berdewam li ser sivîlan, û ji ber leşkeriya kotekî, û diyar kir ku 80℅ ji kesên jiyê wan di navbera 18- 35 salî de jî encamê leşkeriya neçarî ya PYDê ji welat derketine.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî van kiryarên PYDê yên li navçeyê riswa û şermezar dike, û bi carekî kiryarên leşkeriya neçarî û tawanên revandinê û sercem karên desthiladariya takrewî û terorîst yên milîsên PYDê li parêzgeha Hesekê û navçeyên din red dike.
Hêjayê gotinê ye ku rêxistina dengê girtiyan duhî ew girtinên neheqî yên serkirde û kadiroyên Partiya Yekîtî şermezar kirin, û daxwaza destêwerdanek bilez ji dezgehên mafnas kir ji bo serbestberdana sercem girtiyên di girtîgehên PYDê de, piştî ku çekdarên PYDê di roja 17’ê heyvê de baregehê partiya Yekîtî li Amûdê dorpêç kirin û hejmarek serkirde û endanên partiya Yekîtî ya kurdî girtin.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê