Di sîbera guhertinên ku di vê dema dawî de li herêmê çêbûn, îro Hadî Elbehra, serokê Hevbendiya Niştimaniya Sûrî, bi serekên Encumana leşkerî yên Artêşa Azad re hevdîtin çêkir, têde serekên Encumanê, Serokê Hevbendiyê xist rastiya rewşa li ser zemînê ya ketîbeyên li qadê şerdikin,û tekez kirin ku piştevaniya leşkerî riya tekane ye ji bo şerê rijêma Esed û tundrewiya girûpên şervan yên ku rizgarkirina deverên rizgarkirî kirine rêbaz ji xwe re.û berê xwe dane şerê artêşa azad û ketîbeyên şoreşger di herêmên ku ji bin kontrola Esed derketine. Bê ku ti şerê berçav di nav wan û hêzên Esed, yan di nav wan û girûpên tîrorîst ên ku rijêma Iranê wan dişîne herêmê derkeve.
Behra di derbirînek xwe ya berê tekez kiribû : “di qonaxa bê de ,giringtirîn kar ji ktîbeyên şervanên artêşa azad re,şerê girûpên tundrew e “.
Di dema ku Luey Elsafî , axêverê fermî bi navê Hevbendiya Niştimaniya Sûrî, di derbirînek xwe ya bûrî de, ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê re diyar kir ku: sedema qelsbûna leşkerî ya ku şoreşger li bajarên Sûrî azara wê dikşînin ew e ” nerastiya civaka navnetewî û rêxistina dostên Sûrya , û xwepaşdana wan ji pîştgiriya şoreşê di piratîkê de, beramberî vê xwepaşdana piştgiriya şoreşa azadî û rûmetê, piştgiriyek bê sînor ji tawan û kuştin û wêrankirinê re ji aliyê hevbendên Esed hebû”. Safî berdewm kir “ew destjikarberdanên ku di hin eniyên leşkerî, ji Desteya Erkana Artêşa Azad çêbûn, encam bû ji kêmbûna piştgirya leşkerî,ya nehişt serokatiyek hevgirtî çêbibe, ku karibe şer bike dijî hêzên Esed û milîşyeyên tîrorîstên ku rijêma Îranê wan dişîne herêmê ” .
Her wiha jî got: ji ber wisa, dewletên cîhanê yên ku di hevkêşanên navnetewî di rojhilat de noq bûne, divê berpirsyariyên xwe hilgirin û bi erkên xwe yên navnetewî rabin, bi rawestana piştgiriya rijêmên regezperest û setmkar yên ku tundrewî û setemkariyê li herêmê çêdikin, û dixwazin li cîhanê belav bikin. Tiştê tê xwestin ew e : pişgiriya karên ku bihêlin veguhestinek dîmoqratî rasteqîne li herêmê çêbibe,ji ber ku ev tişt kare çareseriya tekane bide herêmê û cîhanê , ew çareseriya ku tundrewî û tîrorê bidawî tîne .
(jêder:Hevbendî)