Di civîna îro şembiyê de ya ko ji 26 sibata çûyî de berdewam e, Endamên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, li ser Desteyeke nû ya Serokatiyê bi serokatiya Enes Elebde, û Miwefeq Nêrebiyê û Ebdulhekîm Beşar û Semîra Mesalimê cîgerên wî, û Ebdililah Fehed emîndarê giştî li hev kirin.
Elebde serokatiya Hevbendiyê li pey Xalid Xoce wergirt. Civîn îro şemiyê wê heta êvarê berdewam bin, da endamên desteya siyasî ko hejmara wan digihê 19 endamam bên helbijartin.
Desteya Giştî benda 21 û 8an ji rêzika navxweyî guhertin, ya derbarê Fermanberiya Desteya Siyasî ya Hevbendiyê ji desteya giştî re, di dema navbera du geran de, û mafdayêna endamê Hevbendiyê careke nû, piştî du geran ji xilasbûna gera ko tê de bû , careke din xwe berbijêr bike.
Jêder: Hevbendî