Hevbendiya Niştimanî li ser Zimanê berdevkê fermî Salim Elmislit “operasiyonên har yên Rêjîma Esed li Gundên Horanê û xelkên wê pirotesto kirin, ku rêjîm rojane bidehên Bermîlên teqîner bi ser wan de dibarîne û bidehên Şehîd û Birîndaran li pey xwe dihêlin.”
Elmislit tekez kir ko”Esed herdem çavnêrê nîşanên ko ji Civaka Navdewletî derdikevin e, ya ko bêdengiya wê an piştnegiriya Şoreşgeran bi çekên coreyî, ew nîşanek diyar e ko Rêjîm di kuştinê de berdewam e,û ji ber ne sizakirinê ew bêtir kuştin û tawankariyan dike. ”
Çimkî hêzên Esed kuştarek li bajarê Tefes li Horanê bi Bermîlên teqîner pêk anîn. Di encamê de şeş kes şehîd ketin û bidehan Birîndar bûn. Her wiha doh li gundê Seyda û Tîba li Rojhilatê Parêzgehê du kuştarên din jî çê kirin, qurbaniyên wan 19 şehîd û bi dehan birîndar bûn ji nav wan de zarok û Jin jî hebûn.
Elmislit dibîne ko Rêjîma Esed “Helmetek leşkerî ya tund li ser gund û bajarên Dera ji heftiyekê ve pêk tîne, ew jî bi mebesta tolhildanê ko ditirse Şoreşger bajarê DERA kontrol bikin.”
Hate ragihandin ko aniya başûr û alayên Şoreşger li Horanê ji çend rojan ve dest bi şerê “Asifet Elcenûb” kirine, da bajarê Dera kontrol bikin. Hêj li hundirê bajêr şer berdewam e û Şoreşger bi pêşve diçin. Heta nuha gelek Rêbend û alavên leşkerî kontrol kirine û gelek endamên hêza rêjîmê û çeteyîn bi ser ve kuştî û birîndar kirine.
Her wiha helîkopterên Rêjîmê bermîlên teqîner bi ser taxên bajarê Dera rizgarbûyî de berdane û li ser bajarokên Ne’iyma û Etman û Kihêl û Hêt û Yadûde û Dail û Besra Elşam û Misêfire û bajarokê Cilîn, di encamê de hejmarek ji sivîlan birîndar bûn.
Jêder: Hevbendî