Berevaniya Sivîl a Sûriyê tekez kir ku di çar mehên pêşî yên sala 2024an de, 41 êrîşên bi dronên xwekujî hatin pêkanîn ku tê de rêjîma Esed deverên sivîlan armanc kirin, û ev yek wek gurkirineke metirsîdar dît ku bûye sedema ketina qurbaniyên sivîl û peydabûna ziyanên madî li nav malûmilkan.
Berevaniya Sivîl di raporta xwe de amaje bi wê yekê kir ku ev êrîş li ser mehên borî hatine dabeşkirin, ji ber ku di meha sibatê de deh êrîş hatine pêkanîn, û di meha adarê de 17 êrîş û di meha nîsanê de jî 13 êrîşên din pêk hatin, û got ku di gelek êrîşan de hatiye dîtin ku hejmarek dron di yek êrîşê de hatiye bikaranîn.
Berevaniya Sivîl eşkere kir ku di encama van êrîşan de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 18 kesên din jî birîndar bûn, di nav jinek û 4 zarok jî wan de hene, û ziyanên mezin ên gihan malûmilkên sivîlan û zerera dighêje wan ji encama dijwariya çûna zevinan ji bo danheva berheman ji ber metirsiya êrîşên bi balafirên bê pîklot .
Berevaniya sivîl got ku sivîl li bakurê rojavayê Sûriyê rûbirûyê metirsiyeke cidî dibin bi bikaranîna balafirên bêpîlot ên xwekujî yên ku ji aliyê hêzên rêjîmê, Rûsiya û milîsên Îranî ve tên avêtin, ku ev gurkirina metirsîdar a taktîkan jiyana nişteciyên bêguneh dixe metirsiyê, û rêyên wan ên mana li jiyanê têk dibin, ji ber xwezaya sîstematîk a êrîşan van dronên xwekujî bi mebesta armanckirina sivîlan û têkbirina aramiya jiyana rojane, ji ber tirsa ku di jiyana wan a rojane de peyda dike.
Tîma “Hevrêzkarên Bersivdanê” li Sûriyê diyar kir ku rêjîmê ji destpêka salê heta 15ê tîrmeha borî 127 caran herêmên rizgarkirî li bakurê rojavayê Sûriyê armanc kirine, û hejmara balafirên bêfirokevan 512 bû û hejmara qurbaniyan giheştiye 22 kesan, û jimara birîndaran gehişte 47, jinek û 4 zarok di nav wan de hene.
Tîmê bal kişande ser wê yekê ku hejmara mûşekên ku di heman heyamê de hatine bikaranîn 27 mûşek in û bûne sedema mirina 14 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 33 kesan, 3 jin û 10 zarok di nav wan de hebûn.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî şermezarkirina xwe diyar kir li ser armanckirina sivîlan û deverên sivîl bi rêya dronên xwekujî, ji ber ku ew dikevin çarçoveya heman rêbaza leşkerî ya tolhildanê ya rêjîma Esed de, ya bi armanca wêrankirina welat, kuştina bêgunehan û neçarkirina xelkê li ser lêgerîna penageheke ewle ji bo xwe û zarokên xwe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî