Rêjîma Esed û hevkarên wê berdewam in di tawankariyên dijî sivîlan de li deverên cuda yên rizgarkirî, bi armanckirina wan bi êrîşên asmanî û mûşekan, hevdem li gel rizgarkirina bajarê Hemayê û pêşveçûna operasiyonên leşkerî ber bi bajarê Humsê ve wek destpêka derxistina hêzên Esed û milîsên terorîst jê, û misogerkirina vegera derbider û koçberkiriyan bo deverên xwe yên resen.
Duh, çarşemê, Tora Sûrî ya Mafên Mirov di raporta xwe de li ser hejmara qurbaniyên sivîl, di heyama ji 27 mijdara bûrî heta 3 kanûna yekem, got ku 149 sivîl, 35 zarok û 16 jin di nav wan de hene, li bakurê rojavayê Sûriyê hatine kuştin.
Torê bal kişand ser ko rijêma Esed berpirs e di ber kuştina 105 sivîlan de, 33 zarok û 13 jin di nav wan de hene, di heman demê de milîsên PYDê yên terorîst 27 sivîl û hêzên rûsî 8 sivîl kuştine, du zarok û du jin di nav wan de hene.
Tora Sûrî diyar kir ku hêzên Rêjîmê 30 navendên girîng armanc kirine, dibistan, zanîngeh, nexweşxane û kamp di nav wan de hene, û bi kêmanî 5 navendên din ên jiyanê yên ku rastî êrîşên dijminane yên hêzên Rûsî hatine hene.
Raporê destnîşan kir ku hêzên rêjîmê dîsa dest bi bikaranîna çekên goşeyî û bermîlên teqîner ên li ser asta navneteweyî qedexekirî ne kirin.
Û Berevaniya Sivîl a Sûrî diyar kir ku êrîşên asmanî û bombebarana rêjîma Esed, Rûsya û milîsên ser bi wan ve li ser bajarê Idlibê û gundewarê wê, gundewarê Helebê û gundewarê Hemayê, ji 27ê meha mijdarê ve heta 4 Kanûna duwem, 94 sivîl kuştine, 39 jê zarok, 12 jin û 43 mêr bûn, û 320 sivîl jî birîndar bûne, 127 ji wan zarok, 80 jin û 113 mêr bûn.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez kir ko bombebarana rêjîma Esed û hevalbendên wê li ser sivîlan li bakurê Sûriyê, herêmê ber bi alozbûn û nearamiyê ve dibe, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku proseya siyasî aktîv bike û biryara navdewletî 2254 bi temamî û awayekî vebir cîbicî bike û çareseriyeke siyasî ya ku daxwazên gelê Sûriyê yên azadî, rûmet û veguherîna demokratîk pêk tîne peyda bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî