Îro li nîvro du otombêlên teqîner li pêş heryek ji Mizgefta Bilal li bajarê Dimêr û Mizgefta Elselam li bajarê Nasiriyê li gundewarê Şamê û hevdem bi derketina nimêjkeran re hatin teqandin, û di encamê de bi dehan şehîd û birîndar ketin.
Berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit bi tundî ev herdu teqîn û hemû tawanên dijî gelê Sûriyê şermezar kirin, û rêjîma Esed bi encamdana van herdu teqînan gunehbar kir, û got: “ku rola rêjîma Esed di çêkirina terorê û di çêkirina rêxistinên terorîst de ji her kesî ve xuya ye, lewra tiliyên gunehbarkirinê li ser vê rêjîmê ranakin, ji ber ku ew di Sûriyê de take berpirsyar e di ber peydabkirin û belavkirina terorê de”.
Elmislit daxwaz ji Civak û Encûmena Ewlekariya Navdewletî kir bi ” pesendkirina biryareka kartêker û vebir, nemaze ku ev tawan hevdem in digel bestina Civîna Encûmena Ewlekariyê bo gengeşekirina pabendiya aliyan bi biryara 2139an ya têkist dike li ser rawestandina bikaranîna bermîlên teqîner, û herwiha ji aliyekî din ku ev tawan tên piştî çend rojan ji derketina raporta Rêxistina “Hiyomen Rayits Wotiş” ya ku têde û bi şêweyekî zagonî gelek tawanên Esed hatine dîkomentkirin”.
Herwiha Elmisilt diyar kir, ku ” bang û daxwaziya rawestandina terorê û tawan û alava kuştina rêjîma Esed, netenê bangewaziyeka Hevbendiyê ye bo Civaka Navdewletî, lê belê ew erkê Netewên Yekgirtî û saziyên wê ye”, û amaje kir, ku hîç çareseriyek siyasî wê peyda nebe, û herwiha teqîna otombêlan û barîna bermîlên teqîner wê raneweste “bê hebûna hewlêsteke navnetewî ya berpirs û vebir dijî rêjîma Esed”. Jêder: Hevbendî