Sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Abdulîlah Fehid, daxwaza destêwerdaneka bilez û bikaranîna hemî hêz û bandoran ji Yekîtiya Ewropî kir, ji bo rizgarkirina sivîlên dorpêçkirî yên bajarê Helebê, herwiha daxwaza standina roleke erênî û karatir jê kir, li gor cih û pêgeha wê di nav civaka navdewletî de.
Ev yek hat di miyanê hevdîtina wî de ya ligel nûnera Yekîtiya Ewropî Lara Sikarîna li baregehê Hevbendiyê, ku di hevdîtinê de rewşa bobilata mirovî ya mezin ya xelkê dorpêçkirî yên li bajarê Helebê ya bi sedema êrîşên hovane yên firokên Rûsiya û Rijêmê hat gengeşekirin.
Fehid tekezî li ser giringiya parastina sivîlan ji stem û zordariya Rûsiya û Esed kir, û herwiha cext li ser giringiya rola Yekîtiya Ewropa li hember vê yekê kir, û dît ku îro rawestandina bombebarankirina Helebê û sivîlên Sûriyê karê herî sereke yê Hevbendiyê ye.
Ji aliyê xwe ve, nûnera Yekîtiya Ewropa tekezî li ser “giringiya gihandina alîkariyên mirovî yên bilez bo xelkê dorpêçkirî kir, û bal kişand ku ew ê hemû şiyanên xwe terxan bikin ji bo agirbestê û parastina sivîlan”.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiyê