Îro roja înê, Sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdulîlah Fehid, ligel Kêrîn Dîkîr rêvebera tîma bersivdana alîkariyan bo Sûriyê civiya.
Herdu aliyan di hevdîtinê de, pirojeyên Hevbendiya Niştimanî bo piştgiriya karê şoreşgerî û siyasî gengeşe kirin, tevî gengeşekirina mijara pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bo navçeyên ziyan gihaye wan bi sedema tawankariyên rêjîma Esed, û piştgiriya diyaloga Sûrî Sûrî, alîkirina pêwendiyên ligel sercem çalakvan û navçeyên Sûriyê.
Herwiha di civînê de behsa navçeyên dorpêçkirî hat kirin, her weha hewlên terorîstî yên tên dan ji bo koçberkirina xelkê bi awayekî kotekî û pêkanîna guhertina demografîk û bandora vê yekê li ser paşeroj û yekparçebûna Sûriyê.
Sikirtêrê giştî ji aliyê xwe ve bal kişand li ser xemsariya Amerîka di piştgirtina şoreşa Sûriyê û herwiha dît ku ev yek bû sedema zêdegaviyên Rûsiya û redkirina wê ji her çareseriyek siyasî re, tevî sûrbûn û rijdiya wê li ser mana rêjîma Esed carek din.
Jêder: Hevbend