Li Helebê di her du rojên derbasbûyî de 30 şehîd ketin û bi dehan kes birîndar bûn. ji encama Bermîlên teqîner û Mûşekan ji aliyê Hêzên Esed ve bi ser bajêr de hatin barandin. Bombebarandin li ser Taxa Bustan Elqesir û Bab Elhedîd û Mesakin Henano û Elme’adî pêk hat, û Firokên Esed kuştarek li Dibistana Se’ed Elensarî ya seretayî pêk anîn, di encamê de 13 şehîd ji nav wan sê Zarok û sê Mamosteyên Jin û heft Sivîl û bi dehan birîndar bûn.
Birêveberiya Perwerde û Fêrkirinê bi sedema ko hêzên Rêjîmê taxên Sivîlan û Dibistanan amanc dikin, rawestandina Dibisitan û Peymangehan heta dawiya evê Hefteyê ragihand.
Ev tawankarî çê bûn, piştî fitûdana Miftiyê Rêjîmê dema doz li Berpirsiyaran kir ko “Çi Herêma derb jê derkevin ji binî ve wêran bikin. Eger Niştecihên wê kî bin, agahiyê bidin Sivîlan eger piştgiriên wan bin an ne bi wan re bin ji Herêmê derkevin” .
Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Hîşam Merwa got: Fetwa Hesûn bi navê Olê doza kuştinê dike, pêdivî bû ko rawestandina kuştinê bixwesta û doza aştiyê kiriba. Daxwazên wî mîna yên rêkxistinên tirorist in li Sûriyê, û her ew navtêdana ji bo kuştinê bêtir dike.
Merwa berpirsiyariya evan tawankariyan xiste hustê Esed yê ko dixwaze bi formeke olî tawankariyan bike. Merwa Doz kir ko dosya Sûriyê bi bal Dadgeha Tawankariyên Cîhanî ve bête şandin û Tawankar û yên ewan fetweyan derdixin li gora belgeya Dûma ew dibe navtêdan bi kirina tawankariyan bêne siza kirin.
Merwa da xuyakirin ko tiştê Esed di derheqê sivîlan de îro dike, ew tiroristiya dewletê ya rêbazkirî ye, çimkî ew hemû dezgehên xwe yên sivîl û leşkerî û olî ji bo kuştina mirov bikar tîne. Tekez kir ko ev tawankarî ne kêmî tawankariyên Daiş in, ya ko civaka navdewletî pê ve mijûl bûye û jêderê tiroristiyê rêjîma jibîr kiriye.
Jêder: Hevbendî