Di xwepêşindanên xwe yên îro roja înê derketin, sivîlên herêmên rizgarkirî tekezî li ser daxwaza xwe ya rûxandina rêjîma Esed û simbolên wê û çûna rêkxistina Elqaide ji Sûriyê kirin,.
Û li bajarê Seraqib ya gundewarê Idlibê xwepêşanderan durişm hilgirtibûn li nivîsandibûn “Îna şoreşa heta serkeftinê” û yek din “emê Esed birûxînin eger çiqas dem dirêj jî bike”.
Bajarê Me’ret Eln’man li gundewarê Idlibê xwepêşindanin mezin lidar xistin li dijî rêjîma Esed û şaxa Elqaide li Sûriyê, û silogana pirotestokirina Esed û Cebhet Elnesre hildabûn.
Li gundewarê Helebê yê bakur li bajarê Elbab û bajarokê Biza’h xwepêşindan derketin, daxwazên xwe dubare kirin ko ruxandina rêjîmê û kirdeyên aniya “Tehrîr Elşam” li herêmên rizgarkirî pirotesto kirin, û çi girtina sivîl û çalakvan û êşkencekirina wan be an amanckirina cihên artêşa Sûrî ya azad, her weha xelkên bajarokê Beza’h ji artêşa Sûrî ya azad daxwaz kirin ko bi yek bin û bera milîtanên PYD yên tirorist bidin.
Her weha xwepêşindan li parêzgeha Dera û li Xûta rojhilat gundewarê Şamê derketin, û daxwaz kirin ko girtiyan û yên bi kotekî li zindanên rêjîma Esed hatine veşartin yekser berdin. Her weha tekezî li ser mafê azadî û dadmendî û rûmetê kirin, bi rêka ko Esed û simbolên wî birûxînin.
Û serokê şanda desteya bala ya danûstandinan Nesir Elherîrî got ko cîbicîkirina biryarên navdewletî bo misogerkirina veguhastina siyasî ya tekûz nabe eger Esed û simbolên wî neçin.
Û Elherîrî di hevpeyivînekê de digel rojnama Elerebî Elcedîd de duh pêncşembê got, veguhastina siyasî “bi hebûna tawankar Beşar Elesed çênabe, ji ber wilo jî em dibêjin em ketine qonaxa veguhastina siyasî, û divê Beşar Elesed û simbolên wî ji destpêka qonaxa veguhêz ve biçin.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî