Endamê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Ehmed Remedan hişyarî da li ser encamên eger destêwerdana leşkerî ya Rûsiya di Sûriyê de li aliyê Beşar Esed bibe, Û nîşan da ku ew kar bêaqliyek mezine û wê şerê niha heye gurtir bike.
Û Remedan got: “Divê Rûsiya şaşiya xwe ya berê li Efxanistanê bi destêwerdana leşkerî di Sûriya de dubare neke”, û da zanîn ku “destwerdana wê ya pêşî hilweşandina Yekîtiya Sovyêt encam da , ji lewra wê di destwerdana wê ya di sûriyê de encamin xerab bide, heye bi xerabî li Rûsiya bi xwe jî vegere”.
Û Remedan yê ku serokatiya Tevgera Karê Niştimanî ji bo Sûriyê dike tekez kir ku” nayê pejirandin ku dewletek endama herdemî di Encumena Ewlehiyê de , çek û nandozan bişîne ji rijêmekê re ku 300 hezar hevwelatiyên Sûrî kuştine , 81 hezar jin û zarok di nav wan de hene, û 14 milyon penaber û derbederên hundur koçber kirine, û jêrxaneya Sûriyê têk biriye”.
Û di daxuyaniyeka taybet de got: ” Gelê Sûriyê viyan û karîna wî heye ku her dagîrkerê biyanî û her kesê ceger bike êrîşî welatê wan bike bişkîne, wek çawa di dîroka xwe de kirine, û wek çawa ji pênc salan ve bi dagîrkerên Îranî û desteka wan Beşar Esed re dikin”.
Jêder : Hevbendî