Îro sibeha duşemê gera pêncemîn a karên Komîteya Destûrî ya Sûrî ya Biçûkirî li baregeha Netewên Yekbûyî li bajarê Cinêvê li Siwêsra dest pê kir, û tevaya awayên rêgirtina li pêşiya belavbûna Koronayê bi kar anîn.
Û xiştekara gera niha dê giringiyê bide gengeşekirina pirensîpên sereke di destûrê de, li gor Komîteya Destûrî û pîvanên wê yên bingehîn û regezên sereke yên lîsteya wê ya navxweyî.
Û Nûnerên Desteya Danûstandinê ya Sûrî di Komîteya Destûrî ya Biçûk de, duh yekşemê, civîna xwe ya amadeyî ya yekemîn li dar xist, û tê de giringî dan temaşekirina li lîsteya karê vê gera nû.
Û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destûrî, Hadî Elbehra, û endamin ji Desteya Danûstandinê di komîteya biçûk de, hevdîtinek li gel Nûnerê Navdewletî Ger Pederson li dar xist, ji bo rûniştina yekemîn ji gera pêncemîn.
Û Elbehra di hevdîtinê de tekezî li ser bilezkirina pirosesa çeksaziya destûrî bo gihîştina dariştineke destûrî li Sûriyê kir, û dît ku ew take rê ye bo danîna sînorekî ji derdeserî û êşên gelê sûrî re, û di serî de serbestberdana girtiyan, û zanîna çarenûsa binçavkiriyên kotekî, û vegera ewle û rûmetdar û ji ber xwe ve bo derbider û koçberan, û pêkanîna hêviyên gelê sûrî di azadî û rûmet û dadwerî û demoqrasiyê de, û got ku dewleta hemwelatîbûna wekhev bêyî çareya siyasî ya rewa di riya cîbicîkirina tam ya herdu biryarên navdewletî 2018 û 2254 re çênabe.
Û Elbehra tekez kir ku Nûnerên Desteya Danûstandinê amade ne bo tevlêbûna cidî di karê erênî de bi hemû karînên berdest bo bicîanîna karên komîteyê, wek beşekî ji beşdarîya komîteyê di pirosesa siyasî de, û cîbicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî