Nesir Elherîrî Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî bombebarandina Firokên Esed ji Dibistana Gundê Leylan re yê nêzî Serê Kaniyê li Gundewarê Hesekê ku di encamê de 20 zarok şehîd bûn û hejmarek Birîndar ketin, prtesto kir.
Careka din Elherîrî di daxuyaniya xwe de daxwaz kir “Gerek e Civaka Navdewletî berpirsiyariyên xwe ji bo parastina sivîlan hilgire, û dest ji siyaseta çavgirtinê ji tawankariyên Esed berdin, wek ko canên Sûriyan bûne hejmar û Toreyên Mafê Mirovan û Navendên belegkirinê wan serhejmar dikin. ”
Herweha Elherîrî tekezî kir li ser”giringiya çekdarkirina Artêşa Azad û pêkanîna Herêmên hêmin û asa li ser sînorê Bakur û Başûrê Sûriyê. ”
Tawankariya Esed li Gundewarê Hesekê pêk hat piştî bombebarandineke mîna wê li Dibistana Keçan li Kirnaz li Gundewarê Hemayê kir, û di encamê de çend zarokan jiyana xwe ji dest dan, herweha Salim Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiyê got:
“amanckirina Sivîlan tawaneke cengê ye, eger kî bike an çi sedem be, divê kirarê wê bête siza kirin.”
Herweha berê jî Salim Elmislit ragihandibû”tawankariyên Rêjîmê Dibistan û Nexweşxaneyan bi taybetî amanc dikin, Helwesteke kartêker û vebir ji aliyê Civaka Navdewletî jê re divê, ko li ser hemûyan feriz bikin da dûr bikevin ji zarav û navên çareseriyeke giştî ji gelê sûrî re ku rijandina xwînê rawestîne naynin,û daxwazên Sûriyan di azadî û demoqrasiyê de pêk naynin.” Û amanckirina Rêjîmê ya berdewam ji Dibistan û Nexweşxaneyan re,derbirîneke ji planeke rêbazkirî ji aliyê rêjîmê ve, da xelk bitirsin û zarokên xwe neşînin Dibistanan û nezanî sedest bibe, ji bo tolhildanê ji paşeroja Sûriyê bike.
Jêder: Hevbendî