Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Salim El- Mislit, bi gereke şopandiniyê li bajarê Serê Kaniyê yê gundewarê Hesekê û Til Ebyed yê gundewarê Reqayê rabû, û tê de hevdîtin bi hejmarek ji serokên eşîran û welatî û bazirganên herdû bajaran re kirin.
Û El- Mislit, serdana hejmarek ji malên sivîl û şêxêd eşîran kir, û bi wan re li ser debara jiyana wan ya rojane axifî, û ji nêzîk de li hewcedariyên wan guhdarî kir, nemaze yên girêdayî ewlekarî û bizîşkî hînkirinê.
Herweha El- Mislit, sardana baregeha Encûmana Xwecihî û hejmarek ji dezgehên Hikûmeta Sûrî ya Demkî kir, û bi wan re dawîtirîn pêşhatên meydanî û pêşniyarên çareseriyên pirsgirêkên wan û pêşxistina rewşa jiyan û ewlehîyê gengeşe kirin.
Û El-Mislit wek emîndarê giştî yê Encûmana Eşîrên Sûriyê, herdû ofîsên li bajarê Serê Kaniyê û Til Ebyed wergirtin, û diyar kir ku dê endamên encûmanê bi hemî karînên xwe kar bikin, ji bo armancên Encûman ji bo wan ava bûye, bi nûnertiya eşîran xizmeta gelê Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî