Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, li gundewarê Helebê, Ahmed Elşihadî, bi gerek şopandinê li ser kampên Telîl Elşam li gundewarê Ezazê û komelgeha Til Rufet ya perwerdeyê yaku serpereştiya 23 dibistanên kampan dike rabû, û rewşa xelkê wan kampan û hewcedariyên wan û karê di warê tendurustî û fêrbûnê de dibe şopandin.
Û Endamê Encûmana Parêzgeha Helebê ya Azad Ibrahîm Xelîl, û Endamê Encûmana Bajarê Helebê Ebdiezîz Midlêc û rêvebirê komelgeha Til Rufet ya perwerdeyê di kampê de Ebdulrezaq Elheyanî û berdevkê wê Zekeriya Qurunful û berpirsê perwerdeyê Ebidilcebar Mustefa di gerê de hevaltiya Şihadî kirin.
Û Elşehadî li ser kartêkirinên saxlemî û xweparastina ji Vîrosa Korona axifî, û behsa pilanên rûbirûbûna vê bêtarê yên ku Hevbendiya Niştimanî pê radibe kir, û tekez kir ku ta vê katê kesên bi vîros ketine li deverên rizgarkirî tune ne.
Û tevayan pirosesa fêrbûna ji dûr de yaku Wezareta Perwerdeyê di Hikûmeta Sûrî ya demkî de, heyva borî biryar pê dabû berçav kirin, û encamên karê dest pê bûye û guncana mamoste û xwendegehan û hewcedariyên ku mamoste daxwaza wan dikin jibo tomarkirina waneyan û tekûzkirina kar gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî