Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, yekem civîna hevrêziyê ya Girûpên Karê Rêxistinên Civaka Sivîl îro şemiyê li bajarê Gazî’entabê yê Tirkiyê bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra û hejmareke mezin ji Rêxistinên Civaka Sivîl ên Sûrî li dar xist.
Û Hevrêzkara Tora Rêxistinên Civaka Sivîl Nezîha Akdenîz, endamê torê Fîras Elmisrî, endamên Desteya Siyasî Selîm Elxetîb, Ehmed Bakûra û Elî Milhim, endamên Desteya Giştî Ehmed Newaf Elcerba û Ebdilmelik Ebûd û nûnerê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Yasir Elhecî amade bûn, her wiha Rêveberê Ofîsa Hevbendiyê li bajarê Gazîentabê Mihemed Elşemalî û Rêveberê Cîbicîkar ê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê Mihemed Hasno amade bûn.
Û ev civîn di dema pêşketinên dawîn ên li deverê û giranbûna qeyranên herêmî û navdewletî û berdewamiya kêmbûna bûdceya pirogramên navdewletî yên piştgiriya mirovî û alîkariyê ji bo Sûriyê dikin û kêmbûna rêjeya dewletên ku sozên xwe bi cih tînin û berdewamiya zêdebûna rêjeya malbatên li jêr xêza hejariyê ji %90 tê.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî Elbehra tekez kir ku hemû nîşan tekez dikin ku eger rewş bi vî awayî berdewam bike, em ber bi alozbûna kirîza mirovî ve diçin, da bighêje sînorê birçîbûna berfireh û bobeleta mirovî ya herî mezin di dîroka welêt de.
Û diyar kir ku di dema ketwarê girtina rê li pêşiya çareseriyeke siyasî ya ku dadmendiyê pêk bîne û bersiva daxwazên gelê Sûriyê yên ku ji bo wan serî hildaye bide, û berdewamiya paşguhkirina navdewletî ji karê cidî re ji bo cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê yên derbarê Sûriyê û bi taybetî biryarên 2118 û 2254, em li pêşiya erkekî niştimanî ne, da em rê û rêbazan gotûbêj bikin, da gelê xwe û welatê xwe ji vê bobelata mirovî, aborî û siyasî rizgar bikin.
Û Elbehra tekez kir ku rûbirûbûna vê bobelatê tenê bi riya danîna planeke niştimanî ya berfireh e, ya ku em bi hev re deynin û li gor wê kar bikin, û hevrêzkariyê ji bo cîbicîkirina wê bikin, û hemû aliyên ku dikarin û dixwazin beşdariyê tê de bikin ji sazî, rêxistin, komele û kesayetên pispor bi awayekî rêkûpêk tevlê bibin.
Û Elbehra bal kişand ser wê yekê ku ev civîn bi armanca hevrêzî û hevkariyê di navbera Hevbendiya Niştimanî wek serkirdayetiya siyasî û Hikûmeta wê ya Demkî wek desthilata cîbicîkar ji alîkî de, û rêxistinên civaka sivîl ên Sûriyê li aliyê din de tê, di çarçeweya danîn û cîbicîkirina vê plana niştimanî de, ji bo cîbicîkirina planê û sivikkirina êş û azarên gelê me, da nema xelkên me ku samanên me yên niştimanî ne ji ber rewşa xerab ji welat koçber bibin .
Û tekez kir ku divê pilanek bo pêşxistina bakurê Sûriyê hebe, ji bo xurtkirina ewlehî û aramiyê li wê deverê, û bijardeya mayîna li welat bidin sûriyan, û derfeta vegera bi dilxwazî û bi rûmet bidin penaberan, bi taybetî bo xelkê deverên rizgarkirî, û bihêlin ku ew dever bibe devereke guncav ji veberhênanê re û derfetên kar lê peyda bibin, ji bo bilindkirina şiyanên berhemdanê di kartên çandinî û pîşesazî de, û jinavbirina astengî û kêşeyên li pêşiya rêxistinan da karibin karên xwe li ser asta xwecihî û navdewletî bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî