Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî vê sibehê civînên xwe yên roja didwan ji xuleya xwe ya 19emîn berdewam kirin, tê de Belgeya Pirasîpên Sereke li ser Serastkirina Siyasî li Sûryê û herweha xwendina pilana serokatiyê û rapora Emîndariya Giştî gotûbêj kirin.
Belgeya Piransîpên Sereke li ser Serastkirina Siyasî mîna nexşerêyekê ye bo çareseriya siyasî li Sûriyê , ji 13 xalan pêk tê, li ser hûrgiliyên qonaxa veguhêz e li Sûryayê bo pêkanîna desteyea Fermandarî ya Veguhêz ku di daxuyaniya Cinêv de hatiye, bê Beşarê Esed û alavên wî ên ewlehiyê, û derfetê bo avakirina dewleteke sivîl û pirnetew dide.
pilana seokatiyê li ser nerînek nû ji Hevbendiyê re tekez kir, û pêrabûna bi hejmarek ji têkiliyan di riya serdanin berfireh ji paytextên dewletên piştgirên şoreşa Sûrî re, û serdanên berdewam ji deverên Sûrî re, û hevdîtinên bi rîsipiyên civaka olî û netewî û serkirdeyên liwayan re.
Herweha pilanê doza pêkanîna saziyên çavdêr û şêwirmend û serbixwe kir, bo kevalê rêvebirî ji saziyên hevbendiyê re deynin, û kadroyeke şêwermend bo serokatiyê destnîşan bike.
Jêder: Hevbendî