Ofîsa Ciwanan mêvandariya Emîd, Fatih Hesûn, di semînareke goftûgoyan de ya bi navnîşana ‘Guhertina Demografî û Garantiyên Vegerê’ de kir, û hejmarek ji komelgehên xwendekaran û ciwanan û saziyên civaka sivîl û navendên vekolînan û hejmarek ji endamên desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî di semînarê de amade bûn.
Emîd Hesûn kurtasiyek derbarê zanista demografya û hejmarek ji têrmên yasayî yên di vî warî de tên bikaranîn pêşkêş kir, pişt re şiroveyek da li ser siyaseta rijêmê ya ku pê sûrî koçber kirine, yên ku di encamê de milîsên îranî kirin xwedan regeznameya sûrî û ew li gelek deverên sûriyê niştecî kirin, û dît ku rijêmê bi mebest guhrtina demografî li ser bingeha alîgiriya siyasî ya tekûz ji xwe re pêk aniye, wek hewildanekê jê ji bo berhevkirina “Sûriya Sûdedar” wek ku ew bi nav deke, li devera di navbera şamê û berava Sûriyê de.
Û Hesûn amaje kir ku operesyonên koçberkirina kotekî li Sûriyê ji aliyê sê aliyên ser sereke ve pêk hatiye, di serê wan de rijêma Esed, û ya duyem milîsên îranî yên ku têkçûna rewşa jiyana xelkê li hin deverên Gundewarê Şamê ên ku neçar bûn ku mal û milkên xwe bifroşin wek derfet ji xwe re dîtin, her weha destdanîna milîsên Hizbullah a terorîst li ser deverên sînorî li gel Libnanê û rêkeftina herçar bajaran ya ku koçberkirina xelkên Zebedanî û Medaya beşek jê ne, û aliyê sêyem milîsên PYDe yên terorîst bûn , yên ku pêkhateya ereb bi rengekî sereke armanc kirin.
Hesûn alavên ku rijêmê di cîbicîkirina koçberkirina kotekî û guhertina demografî de bikar anîne, wek kuştin û bombebarankirin û şopandina siyaseta xaka şewitî û girtin û bêserûşûnkirin diyar kirin, û her weha bi mebest hin yasa û mersûm derxistin ji bo pişgiriya siyasetên wî bikin, wek yasya hejmar 10 û dana regeznameyan ji bo milîsên mezhebî, û bestina hin lihevkirinên ku dihêlin nişteciyên hin deveran çoçber bibin şirove kirin.
Beşdarbûyan di riya tevlêbûn û pirsên xwe re, vegera hemin û rûmetdar ya ji ber xwe ve gengeşe kirin, û tekezî li ser giringiya karên yasayî û ramangîrî ji bo rûbirûbûna metirsiya îranî di riya hişyarkirina derbarê wan metirsiyan li deverên erebneşîn kirin, her weha behsa karkirina li ser belgekirina binpêkirinên ku ew aliyên ku guhertina demografî pêk tînin beşdariyê tê de dikin kir.
Herweha Hesûn rasparteyin dan Hevbendiya Niştimanî ji bo şopandina vê dosyaya giring û metirsîdar, û karkirina bi rengekî cidî ji bo vegereke rasteqîn a ji ber xwe ve bo sûriyan , çi derbider bin an koçber bin an jî penaber bin, bo deverên xwe yên resen, piştî prosesa veguhestina siyasî di bin sîbera biryarên navdewletî de, û di serî de biyara 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî