Hȇzȇn șoreșȇ ȇn bajarȇ Helebȇ di dawiya hevdȋtina xwe ya șȇwirdarȋ de bo gotubȇjkirina pȇșketinȇn meydanȋ, siyasȋ , ȗ leșkerȋ yên bajarȇ Helebȇ, neqebȗlkirina xwe bo hevdȋtina bi șanderȇ navdewletȋ Stȋvan Dȋ Mistora re ragihandin, eger ne li ser ” Bingeha çareyek giștȋ ji boblata Sȗrȋ re be, ȗ d[rxistina Esed ȗ erkanên fermandariya wȋ ȗ sizakirina tawankarȇn cengê ji wan be.
Herweha hȇzȇn șoreșger di biryarȇn xwe yȇn dawȋ de ragihandin ku” Sȗrya yeke û milletȇ ji hev nabe, giringiya xwȋna birayȇn me li Der`a, Xȗta, Hums, ȗ deverȇn dȋ ji Sȗryayȇ ne kȇmȋ ya birayên me yȇn Helebȇ ye.”
Lihevkirin çêbû ku nerȋnȇn șanderȇ navdewletȋ Dȋ Mȋstora, nagihȇjin asta destpȇșiya ku çareyekȇ ji zehmetkȇșiya mirovahȋ ya milletȇ Sȗrȋ re deyne, ji ber bikaranȋna rejȋmȇ ji çekȇn kimawȋ ȗ bermȋlȇn teqȋner re ranewestiya ye.
Hȇzȇn șoreșȇ li Helebȇ dibȋnin ku:” Nerȋn ȗ daxuyaniyȇn Dȋ Mȋstora,biryarȇn navdewletȋ ku li Cinȇvȇ li ser hatiye lihevkirin tȇk dibe, cinêva ku pȇkanȋna Desteyeke fermanrewaya veguhȇz bi desthilatin tekȗz ȗ koçkirina rejȋma Esed têde hatiye tekest kirin”.
Kesên civiyayî ji Civaka Navdewletȋ xwestin ku :” erk û berpirsiyariyên xwe derbarê sivȋlan ȗ deranȋna milișiyȇn tundrew hilgrin”.
Hȇja ye gotinȇ ku hevdȋtina șȇwiradrȋ roja șemiya bȗrȋ dest bi karȇn xwe kir, bi amadebȗna Serokȇ Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ Xalid Xoce ȗ hejmarek ji endamȇn Hevbendiyȇ ȗ Hikȗmeta Sȗrȋ ya Demkȋ yên endamên Encumena Parȇzgeha Helebȇ ȗ herweha serkirdayetȇn leșkerȋ.
Jȇder: Hevbendȋ