Hindek Çalakvanên Ragihandin û Mafnasiyê dest bi kampanyakê kirin, bi duruşma “Dorpêçê ji ser Dêra Zorê rakin” , da rewşa zehmetkêşiya Sivîlên ko li taxa Elcûra û Elqisûr li Dêra Zorê ji raya giştî re ronî bikin. Çimkî Dewleta Islamî (Daiş) ji nêzî du mehan ve ew dorpêç kirine.
Çalakvanên ko bi kampanyayê rabûne gotin ku armanca vê kampaniyê mirovî ye, anko dorpêç ji ser Bajêr rabe ya ko”Tu ol û yasa û hişmendî wê napejirîne.” Kampanî tekeziyê dike ser ko” Rêjîma Esed ji rewşa teng ya Sivîlan di encama tunebûna hemû heyber û samanên bingehîn û telefon û birîna internetê sûdê werdigire, da ew Sivîl bimînin êzing di navbera du aliyan de, herdu alî jî di kuştin, birçîkirin û dorpêçkirina Sivîlan de dudililê nakin.”
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji Hevpeymana Navnetewî xwest ko bilez bilive da dorpêçê ji ser bajarê Dêra Zorê rake, Berdevkê fermî yê Hevbendiyê Salim Elmislit got: “Ev dorpêçkirin awayê wê awayê kirdeyên Rêjîma Esed in” û tekez kir ku“tawankariyên ko Rêkxistina Daiş pê radibe ji revandin, kuştin û dorpêçkirina Sivîlan û herwiha tawankariyên Rêjîma Esed jî li dijî Sivîlan dike pirotestokirî ne.”
Elmislit destnîşan kir ko Rêjîma Esed jiyana Sivîlan dixe metirsiyê de, da di desthilatiyê de berdewam be. Piştî ku Firokên wî di xizmeta Daişê de bûn ji bo ko cih bêtir bisitîne.
Herwiha Elmislit doz li Hevpeymana Navdewletî kir ko bêtir hevkariyê bi Artêşa Azad re bike, da bikaribe jiyana Sûriyan ji stema tirorîstan biparêze û wan têk bibe.
Hêjayî gotinê ye, ko dorpêça Dewleta Islamî li ser taxa Elcûra û Elqisûr ket meha diduyan , nahêlin ko xwarin û derman bigihê 400hezar Sivîlî, bêtirê wan jî derbider in. Lê di heman demê de Rêjîm hemû pêdiviyên Artêşa xwe li wir bi hebûna embaran û pira asimanî ya firokan di riya balafirgeha ku hê jî di bin kontirola wî de ye dabîn dike.
Jêder: Hevbendî