Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ruba Hebûş, tekez kir ku alîkariyên mirovahî mafê tevaya hewcedarên Sûrî ne, û divê civaka navdewletî ji ber xwe fedî bike li ser pejirandina wê ji fişarên Rûsî yên derbarê warê mirovahî re.
Û Hebûş bal kişand ser ku tiştê bûye ti carî berê çênebûye, û nabe ku biryara dirêjkirina dema derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re bo hewcedarên li Sûriyê bibe cihê bazaran, û dive ew mafek be û ji her kesî re parastî be.
Û Hebûş daxwaza retkirina her bazareke bi vî rengî kir, û xwest ku piştgiriya kesên hewcedar zêdetir bibe daku guncawî be bi mezinbûna derdeseriyên wan re, û qebareya alîkariyên mirovahî weke berê vegere, ji ber ku êdî sepetên xwarinê tenê nema têra wan dikin .
Û Hebûş bal kişand ser ku tevî hewildanên Rûsiya ji bo jikarxistina biryara dirêjkirina dema derbaskirina alîkariyan, ew bi xwe zane ku rijêma Esed sûdê ji wan sepetan werdigre, û wan di cenga xwe ya dijî gelê Sûriyê de bikar tîne.
Û got ku raporan bi wêne û vîdyoyan diyar kirin ku rijêma Esed sepetên xwarinê û alîkariyên mirovahî û yên lojistîk li milîsên mezhebî û hêzên xwe yên leşkerî belav dike.
Û cext kir ku ew yek berpirsyariyeke dîtir datîne ser milê Encumena Ewlekariyê û saziyên Netewên Yekbûyî yên ku serpereştiya belavkirinê dikin, ji bo ku pîvanên vebir bo gihandina alîkariyên mirovahî bo hewcedaran deynin, daku di quncikên gendeliyê yên saziyên rijêmê de winda nebin.
Û tekez kir ku gihandina alîkariyên mirovahî û karwanên hawarçûnê bo bimelyonên Sûriyan çareyeke demkî ye, û çareya rasteqîn û berdewam ew e ku tevaya biryarên Encumena Ewlekariyê cîbicî bibin, û hêviyên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk werin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî