Komek ji jin û mêrên Sûrî ku girtiyên berê û malbatên girtiyên niha di nav wan de hene, bang li Netewên Yekbûyî û saziyên navdewletî û herêmî kirin, da kar ji bo eşkerekirina çarenivîsa girtiyên li bal rijêma Esed û desthilatin din ên defakto bikin, û ji bo serbestberdana wan bixebitin.
Û banga ku duh derketiye û 468 kesan beşdarî têde kiriye, handan li ser giringiya ku doza girtiyan bi çi dozên siyasî yên dîtir re neyê girêdan kir.
Û kesên ku li ser bangê Îmze kirine, bal kişandin ser ku pirsa girtiyan tirajîdiyeke ku ne tenê girêdayî girtiyan bi xwe ye, lêbelê ew tirajîdiyeke komel e, û bi awayekî rojane malbatên girtiyan têde dijîn, û ew malbat derdeseriya nezanîna çarenivîsa zarokên xwe dikşînin, û nizanin gelo ew sax in, an jiyana wan ji binî de hatiye binpêkirin.
Û bangê bal kişand ser wê yekê ku eşkerekirin û belgekirina berdewam ji rewşa girtiyan re, nebû faktera ku fişar li ser rijêma Esed bê kirin ji bo serbestberdana wan, an jî bi kêmanî çarenivîsa wan eşkere bike, ji cihên girtina wan dest pê bike ta bighêje rewşa wan a tenduristî, û navên kesên ku jiyana xwe ji dest dane.
Û bangewaziya ku ji aliyê akademîsyan, lêkolînerên siyasî, rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl ve hatiye îmzekirin, cext kir ku divê mijara girtiyan nekeve bin bandora pîvanên siyasî de, lê li gor pîvanên niştimanî be, û di serî de pîvanên mirovahî yên ku di Daxwiyaniya Cîhanî ya Mafên Mirovan de hatine.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekeziyê li ser piştevaniya xwe ji her destpêşxerî an bizaveke ku kar ji bo azadkirina girtiyan û eşkerekirina çarenivîsa windayên di girtîgehên rijêma Esed de dikin dike.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser pêwîstiya guhdana cidî bi vê dosyayê û çareserkirina wê wek cîbicîkirin ji biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê re, û di serî de daxwiyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî