Salim Elmislit Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî kuştarên Esed yên doh û îro li Gundewar û Bajarê Dera û Idlibê ko bi êrîşên asmanî kirin, û herwiha bombebarana topan li ser bajarê Dûma û Zebedanî û Herêmên din li Gundewarê Şamê û yên ko bi dehan qurbanî tê de çûn pirotesto kir.
Elmislit “nerazîbûna xwe ji bêdengiya navdewletî dide ko ev Rêjîma Esed bi kampanyeke kuştaran li ser temamiya xaka Sûriyê rabûye bi top û firokan û bombebarana Mûşekan di hewldaneke tolhildanê ji miletê Sûrî dike hem jî seqayekê ji pirbûna Rêkxistinên tirorist re amade dike.”
Elmislit got “
Nabe ko Netewên Yekbûyî û hemû Endamên Civaka Navdewletî di evê helwesta xerab de berdewam bikin, ya ko dihêle Sivîl di bin Bermîlên Teqîner yên Rêjîmê û kuştarên Rêkxistinên tirorist de bimînin.”
Berdevkê fermî yê Hevbendiyê daxwaz kir” Giring e Rêkxistina Netewên Yekbûyî bi erkên xwe rabe, û têwirdaneke zû bike da xelkên Sûrî rizgar bike, û dawî li Rêjîmê û Rêkxistinên tirorist bîne.”
Jêder: Hevbendî